AFRINPOST- Taybet
Nûçegihanên AFRINPOSTê li herêma Efrînê û navçeyên wê tekez kirin ku milîsên îslamî (Artêşa Azad, Artzêşa Niştimanî, El-Nusra) yên dagîrkeriya Tirkiyê bi tometa karkirina bi Rêveberiya Xweser re careke din dest bi revandina Efrîniyan kirine.
Di vê derbarê de nûçegihanên me dane zanîn ku di demên dawiyê de hemwelatiyên ku berê hatibûn revandin û zîndankirin careke din ji aliyê milîsên îslamî û dagîrkeriya Tirkiyê ve tên revandin û girtin tevî ku gelek ji wan hemwelatiyan berê bêhtirî 6 mehan di zîndanên milîsên îsklamî de girtî bûn bi tometa karkirina bi asayîşa Rêveberiya xweser re.
Herwiha nûçegihanên AFRINPOSTê dupat kirin Efrîniyên ku careke din ji aliyê milîsan û bi serperiştiya dagîrkeriya Tirkiyê ve tên revandin bo demên cudacuda têne zîndankirin ku heya bi 40 rojan têne zîndankirin û 50 heya 150 hezar L.S jî diravan jê distînin.
Weke diyar e ku dagîrkeriya Tirkiyê bi siyaseta girtin, revandin, geflêxwerina çekî û birçîkirina Efrîniyan hewla valakirina herêma Efrînê ji Kurdan dike, da siyaseta Guertina Dêmografîk bi asanî bi serî bibe.