AFRINPOST- Taybet
AFRINPOSTê kopiyek ji fermaneke dozgerî ya milîsên îslamî (Artêşa Azad, Artêşa Niştimanî, El-Nusra) yên dagîrkeriya Tirkiyê bidest xist, ku ji hemwelatiyekî Efrînî re hatiye şandin da biçe dadgehê li herêma Efrînê/Rojava.
Ji ewê belgeyê diyar dibe ku dadgeha Reco ya dagîrkeriya Tirkiyê di bin navê „karkirina ji Partî re/ mebest karkirina bi Rêveberiya Xweser re“ li hemwelatiyên Efrînî dozan vedike û ji wan dixwaz dike ku bixwe bên pêş dadgehê yan jî nûnerekî yasayî li cihê xwe bişînin.
Di vê çarçovê de parêzer Hisên Naso endamê „Desteya yasayî ya Kurdî“ ji AFRINPOSTê re da xuyakirin ku ev Fermana ha ji aliyê karpêkirinê ve dirust e, lê belê tu bendeke yasayî di yasayên sizadayînê ya Sûrî de nîne, tevî ku diyar e dadgehên dagîrkeran li gorî yasaya Sûrî tevdigerin.
Herwisa navborî nîşan pêkir ku bi van awayan dagîrkeriya Tirkiyê dixwaze binpêkirina di dermafên hemwelatiyên Kurd de li Efrînê bike.
Ji aliyekî din ve Naso kêmaniyên yasayî yên evê Fermanê dan diyarkirin ku: „divê di fermaneke wisa de yasaya wê û cureya tometê were bibîrxistin“ herwisa Naso tekez kir ku „tu bendeke yasayî di yasaya giştî ya sizadayînê ya Sûrî de nîne ku hemwelatiyan bi karkirina bi Partiyekê re tometbar bike ji ber ku bê yasa ne cerîmet û ne jî siza heye“.