Bi kirasekî nû lê armanc yek e

AFRINPOST- Taybet

Nûçegihanê AFRINPOSTê li navçeya Bilbilê ragihand ku, hijmarek akadêmînerên Kurd (Efrîniyên ku zanko bi dawî kirine) berî hefteyekê ji alîyê navenda îstîxbarata dagîrkeriya Tirkiyê ya li navenda bajêr hatibûn gazî kirin ji bo ku li ser wan zextan bikin da tevlî “Komeleya kurdên serbixwe ” bin, ku ev komele jî cihê gumanê ye ji ber karên wê ya di xizmeta dewleta Tirk a dgîrker de.

di vê derbarê de nûçegihanê me diyar kir ku “komeleya Kurdên serbixwe” bi serokayetiya kesekî ku bi navê “Abdul Azîz El-Temo” tê naskirin amadekariya lidarxistina civînekê li bajarê Mêrsînê-Tirkiyê dikin,ji bona wê armancê jî kar dikin ku / 150 / kesên akadêmîk ji herêma Efrînê/Rojava bînin vê civînê.

Dagirkeriya Tirkiyê dixweze ku, “Komeleya Kurdên serbixwe” weke nûnera gelê Kurd li Sûriyê hrwisa weke altêrnatîva PartiyênTevgera Neteweyî ya Kurd jî bide nîşankirin.

Nûçegihanê me da zanîn ku nakokî û pêşbirkî di navbera Komelê û encûmenên xwecehî (yên nêzîkî ENK-Sê) dest pêkiriye ku herdu jî bi ser dagîrkeriya Tirkiyê ve ne.

Ji aliyekî din ve “komeleya Kurdên Serbixwe” ya bi ser dagîrkeriya Tirkiyê ve bi piştgiriya îstîxbarata dagirkeran hewl dide ku xwe weke nûner û desthilatdarê herêmaEfrînê bide naskirin.
Hêjayî destnîşankirinê ye ku, komeleya navborî piştgirî dide operasyona leşkerî ya dagîrkeriya Tirkiyê li dijî herêma rojhilatê Ferêt.

Ji bona vê mebestê jî “Komeleya Kurdên serbixwe” roja şemiyê 23.02.2019 civîna xwe li bajarê Mêrsînê-Tirkiyê di bin navê “Kurdên Sûriyê bere bi ku ve?” li darxist û gelek kesayetên kurd ji hundir û derveyî Sûriyê Beşdarî vê civînê bûn.

Related posts