Gundê Xirabî Simaqê di bin destê Tirkmanan de

AFRINPOST- Taybet

Gundê Xirabî Simaqê giradayî navçeya Reco ye, ji 20 malan û gelek zincan pêk tê. Di 15.02.2018an de gund ji aliyê dagîrkeriya Tirkiyê û Milîsên wê yên îslamî ve piştî berxwedaniyeke giran hat dagîrkirin û niha jî di bin destê milîsên (El-firqa El-Tasî´a)yê de ye ku mala “Welîd Elî Horo” jî ji xwe re weke navd bikar tînin.

Hêjayî gotinê ye ji ber ku gund li ser sînora dewleta Tirk a dagîre dikeve li wir şerên giran di navbera hêzên dagîrker û şervanên YPGê de rû dan, lewra jî gundî neçar mabûn ji gund derkevin.

Piştî ketina gund, hêzên dagîker ên îslamî (Artêşa Azad, Artêşa Niştimanî, El-nusra) xaniyên gund bi giştî dizîn.

Nûçegihanê AFRINPOSTê li ser rewşa gund a îroyîn jî got ku ta niha tu malbat venegeriyane gund û ew jî wek bi sed hezaran Bizorjixakdûrsidtiyê (Penaberên) Efrînê li cihên cudacada li penabertiyê dimînin.

Peyamnêrê me da zanînin ku malbateke gund niha li gundê Sorkê dimîne û 2 malbat jî li gumdê Hesen dimînin.

Ji aliyekî din ve nûçegihanê AFRINPOSTê da xuyakirin ku Niştedagîrên ji Hema, Idlib û Helbê hatine li wir di xaniyên gundiyan de nişte bûne û dest danîne ser samanên (mal û milkên) gundiyan herwisa bêhtirî 50î konî jî li ber gund vekirin û bi hezaran seriyên pezan bi xwe re anîne û berdidin nav milkên gundiyan.

hêjayî pênîşankirinê ye ku piraniya Niştedagîrên gundê Xirabî Simaqê Tirkman in, ku ev jî planeke dagîrkeriya Tirkiyê da kembereke sînorî ji Tirkmanan di navbera herêma Efrînê û sînorê xwe de ava bike, ev jî plana Kembera Erebî ya li herêma Cizîrê di salên 60î de tine bîra mirovan.
çeteyên milîsên îslamî ((El-firqa El-Tasî´a) di meha 9ê 2018an de agir berdane daristana û darên zêtûnan ên rêzeçiyayê li hemberê gund, ku bibû egera ziyaneke mezin, daristanên li nêzî gundên Hopka, Xirabî Simaqê û Şediya yên navçeya Reco û darên zeviyên zêtûnan ên li geliyê Serîsînê bi taybetî yên derdora Kevirgeha (meqle´) Hec Reşîd tev şewitandin.

Weke tê zanîn ku dagîrkeriya Tirkiyê bi plan nahêle ewlekarî li herêma Efrînê peyda bibe da Efrînî ji neçariyê axa xwe bi cî bihêlin û bar bikin, herwisa hemû riyên vegerê jî girtine da prosêsa Guhertina Dêmografîk bi hêsanî birêve biçe.

Related posts