Parêzerek û Mixtarê Qizilbaşa hatin girtin

AFRINPOST- Taybet

Leşkerên dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî roja pêncşemê/14 sibatê bi ser malên du gundên herêma Efrînê/Rojava de girtin û dest bi lêgerînê kirin.

Nûçegihanê AFRINPOSTê di vê derbarê de ragihand ku hêza dagîrkeran bi 8 tirimbêlên leşkerî ku 35 leşkerên dagîrêkeriya Tirkiyê û milîsê îslamî (Polîsên Sivîl) gundê Qizilbaşa û Bêlê li navçeya Bilbilê dest bi teftîşa xaniyê gundiyan kirin herwiha mala Mixtarê gund jî dane ber lêgerînê.

Nûçegihanê me tekez kir ku dagîrkeran Mixtarê gundê Qizilbaşa „Esmet Ibrahîm Xelîl“ girtin û berê wî dane navenda leşkerî li Bilbilê, herwisa Parêzer „Reşîd Kekec“ jî girtin û piştî çend katjimêran ji lêpirsînê serbest berdan.

Related posts