Li Qitmê dizîn, revandin û destdanîna ser milkên Kurdan

AFRINPOST- Taybet

Milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê û Niştedagîr rojane bipêkirinan li dijî Efrîniyan û dijî samanên wan li herêma Efrînê/Rojava dikin, di vê çarçovê de peyamnêrê AFRINPOSTê zanyarî di derbarê bûyerên li dijî xelkê gundê Qitmê de bi dest xistine.

Revndin…

Nûçegihanê AFRINPOSTê li navçeya Şera da zanîn ku di vê heftê de milîsên îslamî gelek hemwelatî revandine di nav de hemwelatî “Kawa Omer, Mihemed Bedrî Behrî yê naskirî bi Çîlo, Cemîl Farûq Hemadê” herwisa nûçegihanê me diyar kir ku Kawa Omer hatiye berdan, lê belê Cemîl Hemadê hîn girtiye.

Dizîn…

Di vê derbarê de nûçegihanê AFRINPSTê da diyar kirin ku di vê hefteya dawî de gelekî dizîn çê bûye, nimûne ji mala hemwelatî “Kemal Menan” 3 cereyên gazê hatin dizîn û 2 teneke rûnê zêtûnan ji mala hemweletî “Elî Şerqî” dizîne.

Ji aliyekî din ve nûçegihanê AFRINPSTê tekez kir ku zêtûnên hemwelatî “Mûnîr Hemîd” ji kokê ve birandine tevî ku hemwelatiyê navborî li gund bû jî, li gorî zanyariyan ku çete û Niştedagîr amadeyiya xwe ji bona birandina darên zêtûnan, ên gundiyên ne li gund bin, kirine û weke êzing dê ji xwe re bifroşin.

Jiwardûrxistin û girtina riya vegerê

Ji ber qirkirina Efrîniyan û bi taybetî ciwanan, mezin û kalûpîrên Efrînê yên dest ji axa xwe bernedanî bi awayekî berçav dimirin.

Di vê derbarê de nûçegihanê me ragihand ku hemwelatiya bi nave “Fatme ehmed Îbo” ji gundiyê Qitmê di mala xwe de koça dawî kiribû û cînarên wê piştî 2 rojan pê hesiyabûn.

Hêjayî gotinê ye ku ji roja dagîrkirina Efrînê/Rojava, dagîrkeriya Tirkiyê gelek gund vala kirine û rê nade da ku şêniyên gundan veger in, herwiha bi behaneya ku malên gundiyan yê YPGê yan jî YPGê di wir de Berxwedan kiriye dest danîne ser û ji xwe re kirine xal û binkeyên leşkerî.

Di vê çarçovê de peyamnêrê AFRINPOSTê da xuyakirin ku Qitmê ya Nû, ya di destpêka gundê Qitmê û raserî Otostrada Efrîn- Heleb ye, milîsên îslamî xaniyên gundiyan bi giştî dest danîne ser û û nahêlin gundî vegerin malên xwe, weke tê zanîn ku ev beş ji gundê Qitmê gelek xanî û vêlayên ciwan tê de hene û bi pereyên pir hatine ava kirin.

Heman milîsên dagîrkeriya Tirkiyê mala hemwelatî “Ziyad Ehmed Mixtar” ji xwe re kirine xaleke leşkerî ya milîsan û bi wê behaneyê nahêlin ku navborî vegere male xwe, ji bona vegerê jî hemwelatî “Fikret Mihemed” jina Ziyad Ehemd Mixtar hewil dabû vegere, lê belê heman milîsan rê nedabûn, ji lewra jî piştî kêmî mihekê Fikret Mihemed ji derdan re koça dawî kir.

Destdayîna ser milkên Efrîniyan

Nûçegihanê AFRINPOSTê diyar kir ku Niştedagîran li Qitmê ya Nûjen mala “Henan Omer” a li xaçeriya (çatê gund) gund dagîr kirine û tê de rûniştine, herwisa dukanên hemwelatiyê bi navê “Nûrî Me´mo” jî kirina Oxira çêlekan ji xwe re.

Ji aliyekî din ve nûçegihanê me li navçeya Şera hin zanyarî di 14 sibatê de bidest xistibûn ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê yên li gundê Qitmê dagîrkirine nahêlin hemwalî “E, S” vegere mala xwe, tevî ku navborî ji herêma Efrînê derneketiye jî, niha jî weke koçber li bajaroka Şera dimîne.

Herwisa nûçegihanê me di 24.01.2019an de ragihandibû ku milîsên îslamî li gundê Qitmê gefê li kalemêr û pîrjeinan dixwin da Niştedagîran di mala xwe de bi cih bikin bi behaneya ku mala wan mezin in û divê ew tenê di odeyekê de bimînin û ên din jî dê Niştedagîr tê de bi cih bibin.

Ji roja dagîrkirinê de

Milîsên îslamî (Artêşa Azad, Artêşa Niştimanî, El-Nusra) yên dagîrkeriya Tirkiyê di 16 adara 2018an de gundê Qitmê dagîrkirin, piştî şikestina çeperên berxwedanê yên pêşîn li gundê Qestelê Cindo û Bafelonê ku dagîrkeriya Tikiyê bi hemû hêza xwe û firokeyên cengî bi şev û rojan li çeperê YPG/YPJê dida.

Li gorî zanyariyên ku AFRINPOSTê bidist xistine milîsên îslamî yên dest danîne ser gundê Qitmê piraniya Endamên wan ji gundewarên bakurê Helbê ne weke Miniq, Til Rifatê û herwisa ji Himisê jî. Gundê Qitmê 700 mal e, heya niha jî li gorî zanyariyên AFRINPOSTê 50% ji malbatên gund vegeriyane, yên din jî weke penaber li Şehba, gundên Şêrewa û Helebê dimînin.

Piştî dagîrkirina gund milîsên îslamî bi riya dizîn, revandin û geflêxwerina kuştinê hewla xizankirina (birçîrkirina) gundiyan dikin da ji gund derkevin, weke me berê jî li ser malpera xwe weşandiye, ku milîsên îslamî jinek û malxwiyê (mêr) wê ve revandin û du hefteyan zîndan kiribûn ji ber ku wan hewla parastina mal û milkên merovên xwe yên li gund kiribûn, herwsa milîsan tirimbêla wan jî bi dare zorê ji dest kirtibûn.

Hêjayî gotinê ye ku Niştedagîr jî gefê li Efrîniyan dixwin û di vê derbarê de navenda Efrîn ya Ragihandinê di 27 hizêrana 2018an de diyar kiribû ku Niştedagîran bombeyek avêtibûn mala hemwelatiya gundê Qitmê “Fatme Hemkê” û di encamê de Fatmê jiyana xwe ji dest dabû û herwisa mêrê wê jî hatibû revandin û îşkence kirin.

Related posts