Li navçeya Şiyê careke din tirsandin û diravsatndin

AFRINPOST

Milîsên îslamî (El-Siltan Silêman Şah) yên dagîrkeriya Tirkiyê, ku “Mihemed El-Casim Ebû Emşê” serokê wê ye, rojane binpêkirin û derbaskirinan li navçeya Şiyê ya herêma Efrînê/Rojava dikin.

Di vê çarçovê de navenda Efrîn ya ragihandinê got ku heman milîsan Ciwanên navçeya Şiyê û Mabeta, ewên ku Erka Xweparastinê ya di dema Rêveberiya Xweser de kirine, kom kirin û gefa girtinê li wan xwerine (tehdîdkirine) her ciwanek divê 4 hezar Dolarî bide yan jî dê wî bişînin girtîgeha nevçeya Şiyê.

Heman jêderê nîşan bi wê yekê kir ku berî demekê ev Ciwan û xortên hanê gelek caran bi heman behaneyê ji aliyê Milîsên îslamî (Artêşa Azad, Artêşa Niştimanî, El-Nusre) ve hatine girtin û heta niha jî çarenûsa 300 xortî, ew ên ku xwe radestî dagîrkeriya Tirkiyê kirinî, ne diyar e, tevî ku dagîrkeriya Tirkiyê ji bona wan bexşandin (efû) ragihandibû.

Milîsên îslamî (El-Siltan Silêman Şah) yên naskirî bi milîsên Ebû Emşê ji neyartir û zalimtirîn grûpên îslamî ye, ku şêniyê navçeya Şiyê ji dest bipêkirin û zilimkirina wan dinale, herwiha serokê vê grûpê ji dema ku li gundewarê Hemayê bû wekî mirovekî kîndar û xwînmij tê naskirin û herdem xwe bi serbilindî wekî dûvikekî Erdogan dide naskirin heta ku ji bona serkeftina Erdogan di helbijartinan de aheng û dîlan ragihandibû.

Hêjayî destnîşankirinê ye ku Milîsên îslamî (El-Siltan Silêman Şah) ji aliyê istêxbarata dewleta Tirk a dagîrker ve di sala 2011an de hatiye avakirin û ji 700 çete yên ji herêma rojavayê Hemayê pêk tê.

Çavkaniyên taybet di 01 sibatê de ji AFRINPOSTê re ragihandibûn ku Milîsên îslamî (El-Siltan Silêman Şah) ji xelkê navçeya Şiyê bi taybetî 60 milyon L.S bi darê zorê standine, herwiha heman jêderan gotin ji her malbetekê ji 50 heya 200 hezar L.S distînin. Bajaroka Şiyê ji 1000 malî pêk tê û ta niha jî 750 malbat vegeriyane û 250 jî milîsên dagîrkeriya Tirkiyê di gel malbatên xwe tê de nişte bûne.

Ji aliyekî din ve di 02.01.2019an de nivîsgeha ragihandinê ya Partiya Yekîtî “El-Wehdê” bi raportekê dabû xuyakirin ku Milîsên îslamî (El-Siltan Silêman Şah) biryarek standine her kesekî di dezgehên Rêveberiya Xweser de (fermanberên Sivîl-Mûwezef, Asayîş, erka xweparastinê, şarederî û komînan) li gundê Çeqela (Jorîn, navîn, jêrîn), Kaxrê, Xelîl, Qermîliq û bajarê Şiyê kar kiribe divê 1000 dolarî bide da neyê girtin û îşkence kirin, hêjayî gotinê ye ku li gundê Qermîliqê bi tenê 35 kes destnîşan kiribûn, herwisa baca Zekata (baceke îslamî ye) zêtûnan jî li ser xelkê ferz kirine, li gorî zanyariyan sivîl bi awayekî gelemper (am) û rojane têne girtin û îşkencekirin, weke nimûne îşkencekirina hemwelatiyê bi navê Ibrahîm Emîn Şêx Omer xweyî dukanê.

Lo gorî hinek tomarkirinên dengî, ku çalakvanan weşandibûn diyar dibe çawa ku Ebû Emşê şerê çeteyekî xwe dike û dibêje: “divê tu di du rojan de 5000 dolarî ji min re ji xelkê li navçeya Şiyê bistînî û bînî”.

Di mijdara 2018an de çavkaniyan tekez kirin ku rêbenda ewlehî ya Milîsên îslamî (El-Siltan Silêman Şah/Emşat) yên dagîrkeriya tirkiyê bi berpirsiyariya „ mihemed elcasêm/ebû emşê“ yên ku li dergeha başûrê navçeya şiyê dimînin, 1500 L.S serî her tenekeyekê ji xelkê distînin bo veguhestina zêtê bo navçeya Cindirêsê û ji Cindirêsê heya bi Efrînê jî 7 rêbendên din ê milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê hene, her yek ji wan jî 500 lêreyan distîne, di encamê de divê herkes serî her tenekeyekê 5 hezar lêreyan bide ji bilî buhayê veguhestinê bi tirimbêlê, tevî ku buhayê tenekeyekê tenê 16 hezar lêreyê sûrî ne. hewisa çavkaniyekî din ji me re xuya kir, ku heman milîsên îslamî , pereyên rêpêdana çotajotinê û darvedanê (kesaxî) li Şiyê û gundewarên wê bi darê zorê ji xelkê distînin.

Related posts