Li Cindirêsê Zarokê xwedî pêwîstiyên Taybet ji ji aliyê du çeteyan ve tûşî diziyê bûye

AFRINPOST- Taybet

Milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê bi berdewamî bipêkirinan li dijî Efrîniyan û dijî samanên wan li herêma Efrînê/Rojava dikin.

Di vê çarçovê de nûçegihanê AFRINPOSTê ragihand ku li bajaroka Cindirêsê Zarokê xwedî pêwîstiyên taybet ku di bombarandina dagîrkeriya Tirkiyê de birîndar bibû, ji aliyê du çeteyên milîsên îslamî ve tûşî dizînê bûye.

Peyamnêrê me wisa anî ziman ku zarokê Efrînî „Mistefa“ weke her carê ji dayîka xwe daxwazkiribû ku wî derxe ber derî, da li derve bi telefonê ji xwe re bihna xwe derxîne, di wê demê de jî du çeteyên çekdar bi Motorsiklêtekê di ber wî zarokî re derbas bûne, piştî ku Telefûn ber çavê çetan dikeve têna ba Zarokî û jê telefonê dixwazin bi behaneya ku ew ê tenê telefonekê bikin, lê zarok „Mistefa“ bi niyazê wan hesiyaye û ji lewra jî gotiye telefona wî vala ye, di vî rewşî de çeteyan hema telefon ji dest girtine û dizîne.

Hêjayî gotinê ye ji roja ku herêma Efrînê ji aliyê dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê ve hatiye dagîrkirin, rojane Efrînî bi awayekî plankirî rastî girtin, kuştin, şelandin û revandinê tên.

Related posts