AFRINPOST- Taybet
Weke her carê jinên Efrînî li herêma Efrînê/Rojava weke serdema Rêjîma Sûrî dîsa ji dagîrkeriya Tirkiyê û projeya radîkalkirina herêmê re dibêjin na û bi dizî cejnên êzîdiyan birêve dibin.
Cejna xidir Ilyas ku bi navê cejna mirazan jî tê nas kirin û têde „Pêxwîn“ tê amade kirin, wateya wê jî ji bê xwîn tê, ji ber ku di vê cejnê de ti xwîn nayê rijandin, ango çi qurban nayê kirin, tenê heft cure dexlan ku nîşana heft siwaran e têne têkelkirin û diqelînin, herwisa bi mebesta pirkirina berhemê û pêkanîna daxwazan tê xwerin û bi piranî ciwanên nezewicî Pêxwînê dixwin.
Di vê derbarê de AFRINPOSTê roja pêncşemê ku roja cejnê ye çend wêneyên taybet bi dest xistine û tê de diyar dibe ku çawa jinên Efrînî pêkve êzdî û misilman bi vê cejnê radibin bê ku çi cudatiyê bixin navbera xwe, herwiha jinên Efrînî di malekê de civiyane ji bona amadekirina Pêxwînê piştre cejin pîroz kirin û pêxwîn bi daxwaza rizgarkirina Efrînê û qewitandina dijminê har dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî xweribûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku êzîdiyên herêma Efrînê di dema Rêveberiya Xweser de bi hemû cejnên xwe bi awayekî fermî radibûn, herwisa rêveberiyê jî boneyên olî yên êzîdiyan, Elewiyan, misilmanan û xiristiyanan weke bihinvedaneke fermî radigihand, da ku giyana hevborandinê û pêkvejiyan di nav gel de geş bibe.
Nimûne di 16ê sibata 2017an de yekîtiya êzîdiyan li Efrînê li hola Jîn bi awayekî vekirî û fermî cejna Mirazan (xidir Ilyas) bi ahengekê pê rabibû û xelkê Efrînê ji hemû cihan beşdarê bibûn, herwisa şandeke fermî ya Rêveberiya Xweser a Efrînê jî tevlê bibû, ku wê demê hevseroka desteya cîbicîkirinê Hêvî Mistefa, serokê desteya derve Silêman Cafer û kesine din ên rêveberiyê, herwisa di heman ahengeyê de Hec Fêsel Hebeş cîgirê yekîtiya karûbarên Olî bi navê biratiyê ew cejin pîroz kir û nîşan pêkiribû ku dijminên Kurdan hewla jinavbirina evê pêkvejiyanê bi navên cudacuda dikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê demê Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyeke fermî cejin pîroz kiribû.
Weke tê zanîn ji roja ku herêma Efrînê/Rojava hatiye dagîrkirin, piraniya êzîdiyan ji gundên xwe reviyane û niha li Penabertiyê dijîn, herwisa êzîdiyên ku hê li gundên xwe yan li navenda Efrînê dimînin newêrên êzdatiya xwe diyar bikin, ji ber ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê vê yekê weke guneheke mezin bi nav dike û dibe ku ew kes tûşî kuştinê jî bibe.
Ji aliyekî din ve bi mebesta windakirina Kurdbûna Efrînê/Rojava, dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê hemû zaretan li herêma Efrînê wêran dikin û bi taybet gund û zaretên êzîdiyan bi awayekî plankirî di gel yê Elewiyan têne dirûxîne û wêran dike.