Milîsên dagîrkeriya Tirkiyê hemwelatiyekî 80ê salî direvînin

AFRINPOST- Taybet

Nûçegihanê AFRINPOSTê tekez kir ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê bi berdewamî Efrîniyan digirin û derevînin bêku rizgirtinê li sal û temanên wan jî bigirin.

Di vê derbarê de nûçegihanê me got ku milîsên îslamî (Artêşa Azad, Artêşa Niştimanî, El-Nusra) roja çarşemê/13 sibatê dema êvarê kalemêrê 80ê salî „Hisên Ehmed Ne´so“ ji xelkê gundê Maratê revandin.

Peyamnêrê AFRINPOSTê da zanîn ku dema kalemêr li nêzî mala xwe li kolana hemberê Yarîgehê (Playground) piyase dikir (dimeşiya) milîsên îslamî ew ravandin, bê ku egera revandinê diyar bikin.

Di zincîreya girtina kalemêran de ku heman milîsan di 6ê sbatê de kalemêrekî ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê bi behaneya têkliya bi Rêveberiya Xweser re ji mala wî ya li bajarê Efrînê revandin û berê wî dane cihekî ne diyar.

Weke tê zanîn ku ev kiryarên girtin, revandin û lêdanan bi serpereştiya dagîrkeriya Tirkiyê tê kirin ji bona qirkirina Kurdan û herwisa milîsên îslamî jî bi vî rengî diravan ji xelkê distîne.

Related posts