Kefirûmê bûka xwe „Lovîn“bi lîliyan dispêre axê

AFRINPOST- Taybet

Termê ciwanekî bi navê „Mihemed Ebdirehman Gênco“ ji gundê Has yê Idlibê îro li nav daristanê li navçeya Zerzûr hate dîtin, ku ew yê dawiyê ye ji 12 windayîyên berî hefteyekê li ser sînora Sûriyê-Tirkiyê di dema hewildana wan ji bona çûndina Tirkiyê de.

Çavkaniyeke mêdiyayî ji bajaroka Kefirnibul ji AFRINPOSTê re da zanîn ku 8 kes ji 12an jiyana xwe ji ber serma û tirsê dane, ku di riyên qaçax re bi destê qaçaxciyan hewla çûyîna Tirkiyê dikirin.

Di vê çarçovê de îro xelkê gundê Kefirûmê yê navçeya Şera/Efrîn bi xemgînî bûka Efrînî „Lovîn Xelîl Nûrî“ li gundê wê bi lîlî û teqandina fîşekan, ku rêûresmeke ji bona ciwanên ber zewacê re ye, hate veşartin.

AFRINPOSTê dikarîbû navê 5 qurbaniyan ji 8an belge bike ew jî „Lovîn Xelîl Nûrî-Efrîn, Hûde Ehmed Mûse-Efrîn, Mehe Elemûr-Kefirnibul(Idlib), Mihemed Ebdirehman Gênco-Has(Idlib), Meryem Mihemed Talib-Heleb“ herwisa nasnameya kesên din jî ta niha hîn ne diyar in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku pasewanên sînorî yên Tirk di 07.09.2018 de jina Kurd „Dilovan Esmet Reşîd“ ji gundê Cilbirê yê Efrînê şehîd kirin, ku ducanî û di meha xwe ya 7ê de bû dema hewil dida di gel 2 zarokên xwe ji ber zordariya milîsên dagîrkeriya Tirkiyê ji Efrînê bireve û di gundewarên Lazqiyê re derbasî Tirkiyê bibe.

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan jî navê 419 kesan, ku bi guleya leşkerên Tirk hatine kuştin ji roja destpêkirina şerê navxweyiyê Sûriyê ve, belge kiriye.

Related posts