Osmaniyên nû û Guhertina Dêmografîk li herêma Efrînê

AFRINPOST- Taybet

Bi muzîka Tirkî bi taybetî yê Osmaniyan li herêma Efrînê ya dagîrkiriî di 24.01.2019an de milîsên îslamî (Polîs-Artêşa Azad) li ser destê dagîrkeriya Tirkiyê yekemî xola (dewre) perwerdekirinê bi dawî kir.

Bi Vîdiyoyekê prosêsa perwerdekirina milîsên îslamî li ser axa dewleta Tirk a dagîrker li ser Social-Media tê nîşankirin, ku armanca jî ji vê projê karên istêxbaratî, wêrankirin, Guhertina Dêmografîk û jinavbirina Kurdan li herêma Efrînê ye.

Weke ji dîmenan diyar dibe ku milîsên îslamî bi ala dewleta Tirk a dagîrker û pirtûka Quranê sond dixwin, herwis ev milîsên ku dagîrkeriya Tirkiyê wan perwerde dike hemû jî rî dirêj û ji Niştedagîran in.

Di vê derbarê de AFRINPOSTê di 11ê sibatê de raporek weşandibû ku di nav heman milîsan de 20 Niştedagîr hatibûn pejrandin (qebûlkirin).

Herwisa çete di dema perwerdê de bi dirûşmên „Ya Ela, Bismila, Elahû Ekber“ qîr dikin ku dirûşma leşkeran di serdema Osmaniyan de bû , ev yeka jî niyazên dewleta Tirk a dagîrker diyar dike ku çawa pêla radîkal li dijî hebûna Kurdan biştgîr û gur dike.

Çete destê xwe didine ser ala dewleta Tirk a dagîrker û Pirtûka Qiranê û sond dixwin, piştre jî çeteyê bi navê Remî Tlas serokê Polîsên dagîrkeran gotinek got. Çete Ramî Tlas bi lihavkirinên Sûçî û Asîtanayê ji Ristenê di gel Niştedagîrine din hatin qewitandin û niha jî di malên Efrîniyan de bicih bûne û milkên Efrîniyan ji xwe re halal kirine.

Weke tê diyar kirin ku çeteyê îslamîst/Niştedagîr Ramî Tlas di gotina xwe de hêrîşî YPGê dike û weke Cudakaran bi nav dike, ew têrorîstê Niştedagîr ji bîr kiriye ku bixwe li ser tangên dagîrkeriya Tirkiyê hatin herêma Efrînê dagîr û wêran kirin.

Piştre berpirsine dagîrkeriya Tirkiyê belgeya tevlêbûnê li milîsên îslamî (Polîs) belav dikin û li ser wê belgeyan ala dewleta Tirk a dagîrker û ya milîsên îslamî (Artêşa Azad) hatiye neqişandin, herwisa dema her çeteyek belgê werdigire bi dengekî bilid dibêje: Serokê min Walî!! Û bê şerm ala tirkan li ser mil û avahiyan hil didin.

Li gor zanyariyan ku di nav van lîsteyan de ti Efrînî cihê xwe nagire, û dagîrkeriya Tirkiyê jî rê nade wan, ev jî awayeke ji awayên cîbicîkirina siyaseta Guhertina Dêmografîk bi riya dabînkirina kar ji Niştedagîrên Ereb û Tirkman re, ên ku malên Efrîniyan dagîrkirin.

Related posts