Di nav 301 milîsên îslamî de tenê yek ji Efrînê ye

AFRINPOST- Taybet

Roja çarşemê 13.02.2019an milîsên îslamî (Polîs) yên dagîrkeriya Tirkiyê li herêma Efrînê/Rojava listeyek ji 301 navan belav kir ji bona beşdarbûna di nav polîsên dagîrkeran de.
Herwisa milîsên îslamî di belavoka xwe de nîşan pêkirine ku dê dîtinekê bi wan kesan re di 17ê sibatê de bikin, herwisa li gorî zanyariyan ku dagîrkeriya Tirkiyê ew kes berê di binkeyên leşkerî yên li Tirkiyê de perwerde kirine, ji ber ku navendên perwerdekirina çeteyan li ser axa dewleta Tirk a dagîrker in.

Ji bona vê yekê jî dagîrkeriya Tirkiyê hemû Niştedagîran dipejrîne (qebûldike), di vê lîstê de 301 navên nû qebûl kirine ku hemû jî Niştedagîrên ji Xûteya Şamê, Himis, Idlib, Ezaz, Şam, Heleb, Dêrazorê û ji gelek bajarên din ên Sûriyê ne tev jî Ereb û Tirkman in, weke ji lîsteya polîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê diyar dibe jî ku tenê navek bi koka xwe ji Efrînê ye.

Bi giştî tu carî Efrîniyan di nav lîsteyên Polîsên degîrkeran de napejrînin, ew jî tê wateya ku dagîrkeriya Tirkiyê plana Guhertina Dêmografîk bi dabînkirina kar ji bona Niştdagîran bi rêkûpêk birêve dibe

Related posts