Ne tenê milk û malê Efrîniyan lê belê derî û pencereyên wan jî didizin

AFRINPOST- Taybet

Piştî ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tiriyê kelûpelên hemû malên Efrîniyan li herêma Efrînê/Rojava dizîn vêca dest bi dizîna derî, pencere û Kabloyên êlêktirîka malan jî kirine.

Di vê çarçovê de nûçegihanê AFRINPOSTê ji gundewarê Efrînê/Rojava ragihand ku milîsên îslamî (El-Muntesêr Bilah) li gundê Hebo li navçeya Mabeta derî, pencere û kabloya êlêktirîka xaniyan vedikin û didizin.

Herwiha malên ku wisa hatine dizîn jî malên dilovanîlêbûyî (rehmetî) Henîf Ismayîl (Mihemed, Selah, Mihidîn, Ismayîl) yên li binî gund in.

Ji aliyekî din ve peyamnêrê me tekez kir ku milîsên îslamî kesek ji gund girt ji ber ku wî hewla parastina malan ji dizînê kiribû û ew kes nehate berdan heya ku 1000 dolarê amrîkî dan piştre.

Related posts