Bi awayekî balkêş ENK-Sê daxuyaniyan li ser binpêkirinan li Efrînê diweşîne

AFRINPOST

Nivîsgeha ENK-Sê ya Efrînê duh çareşemê/13.02.2019an şehîdkirina kalemêrê 80ê salî bi destê Niştedagîrekî milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tiriyê şermezar kir û ji dagîrkeriya Tirkiyê xwast ku Kujerê wî siza bike.

Daxuyanî wisa hat: „tevî ku nêzîka salekê di ser kontrolkirina Efrînê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve, lê belê zincîra bipêkirinên di dermafê Kurdan de li Efrînê bi dawî nebûye û binpêkirinner û kiryarkar jî çi carî nehatine siza kirin“.

Herwisa berdwam kir: „kuştina Kalemêrê 80ê salî Elî Qelender ê ji xelkê bajaroka Mabeta bi destê kujer Ismayîl Hec Bekir ê endamê polîsên sivîl, ku hewla dizîna pezê kalemêrî kiribûn û piştî ku nikarîbûn pez bidiziya rabibû kalemêr kuştibû, binpêkirin û sûkayetî bi hest û mafê gelê Kurd e, ev jî ne tenê nayê pejrandin belko ji hêza xweragirtina gel jî mezintir e“.

Herwisa ENK-S di daxuyaniya xwe de ji dagîrkeriya Tirkiyê dixwaze ku li gor norm û yasayên navdewletî bi berpirsyarîtiya xwe rabe.

Related posts