Camên tirmbêlan didizin û buhayê wê jî ji xweyiyê wê dixwazin

AFRINPOST- Taybet

Milîsên dagîrkeriya Tirkiyê li herêma Efrînê/Rojava hewla dizîn û firotina wan dizîkariyê dikin.

Di vê derbarê de nûçegihanê AFRINPOSTê ji navendê bajêr ragihand ku milîsên îslamî (Ehrar El-Şerqiyê) ku piraniya wan çeteyan ji Dêrazorê ne gefê li Efrîniyekî piştî vegera wî dixwin.

Herwisa nûçegihanê me got hemwelatî (X, A) yê ku mala wî li nêzî nexweşxaneya Avrînê ye, çeteyên îslamî (Ehrar El-Şerqiyê) dest danîne ser û lê venagerînin, ji ber wê yekê jî heman hemwelatî li derve maye û çendî giliyan li ba dagîrkeriya Tirkiyê dike jî, lê belê bê çare ye.

Hêjayî gotinê ye ku heman milîsan bi wê yekê tenê nekiriye herwiha dukana wî ya bazirganiya CamênTirimbêlan jî desteserkirine û ji xwe re dizîne, ji ber ku bi milîsan re cam nehatine firotan lewra jî ji xweyiyê dukanê daxwaza 30î milyon L.S dikin, da ku dukana wî pêdinê.

Ev şêweya dizînê gelekî pir e, herdem milîsên dagîrkeriya Tirkiyê samanên Efrîniyan didizin û piştre daxwaza diravan ji wan dikin, di roja yekşemê 03 sibatê de AFRINOSTê ji çavkaniyên xwe zanyarî wergirtin ku milîsên îslamî (El-cebhe El-Şamiyê) yên dagîrkeriya Tirkiyê ji her Efrîniyekî komdiraveke geleke mezin dixwazin da fabrîqe û kargehên wan paş ve vegerînin.

Çavkaniyan tekez kir ku milîsan ji hemwelatiyê Kurd „Henan hemdoş“ ê ji Serê Kaniyê (Kefircenê) daxwaza 40 hezar dolarî kirine da Guvaşxaneya (mekbez) wî lê vegerînin û herwiha daxwaza 20 hezarî din jî ji bona Mexreta (kargeha hêsin) wî kiribûn.

Related posts