AFRINPOST- Taybet
Nûçegihanê AFRINPOSTê ji navenda herêma Efrînê/Rojava da xuyakirin ku Niştedagîrên milîsên dagîrkeriya Tirkiyê bi berdewamî diziya Efrîniyan û bi tayebtî kal û pîran dikin.
Di vê çarçovê de nûçegihanê me tekez kir ku êvara sêşemê/12ê sibatê pîrejina bi navê Bedî´e ya bi tenê li mala xwe ya nêzî çerxeriya Maretê dijî rastî kiryara dizînê ji aliyê Niştedagîran ve hatiye, lewra jî hawara xwe avêtiye cînaran.
Peyamnêrê me dupat kir ku Efrîniyên li navenda bajêr û yên li gundan jî pişta xwe didin hev da bikaribin rê li ber kiryarên dizînê ji aliyê milîsên îslamî û Niştedagîran ve bigirin.
Di vê derbarê de nûçegihanê me diyar kir ku Efrînî dema yek ji wan tê dizîn hema serast bi telefûnan têkliyê hevûdu dikin, da herkes bi dek û dolabên (xefk û dafên) milîs û Niştedagîran fêr bibe û neyê xapandin.
Hêjayî gotinê ye ku şeva duşemê/11 sibatê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê şer û pevçûn di navbera milîsên îslamî (Liwa El-Şimal) û grûpa El- Heyanî/Mala oso de derket, ji ber ku herduyan diziya hevûdu kirine.