Efrînî rojane tên kuştin, kalemêr Elî Qelender jî şehîd bû

AFRINPOST- Taybet

Li navçeya Mabeta ya herêma Efrînê/Rojava bi şehîdbûna kalemêrê 80ê salî ya bi guleya çeteyekî milîsên îslamî xelkê navçeyê derketin xwepêşandanê.

Nûçegihanê AFRINPOSTê ji gundewarê herêma Efrînê/Rojava ragihand ku şêniyên navçeyê ji dagîrkeriya Tirkiyê daxwaza derxistina çetyên milîsên îslamî dikin, ji ber vê yekê jî kujerê kalemêrê 80ê salî yê bi navê „Ismaî´l el-Hac Mihemed“, ku çeteyekî milîsên îslamî (El-Cebhe El-Şamiyê) ye, di gel malbata xwe reviyaye cihekî nediyar.

Herwisa peyamnêrê me got ku xelkê navçeyê li pêş binkeya leşkerî ya dagîrkeriya Tirkiyê derketine xwepêşandanekê û dibêjin dê nepejrandina(nerazîbûna) xwe bêhtir bikin ger dagîrkeriya Tirkiyê kujerê kalemêr „Elî Qelender“ siza (îqab) neke.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kalemêrê 80ê salî „Elî Qelender“ dema ku li nav ziviya xwe pezê diçêrand çete „Ismaî´l el-Hac Mihemed“ endamê milîsên îslamî (Artêşa Azad, Artêşa Niştimanî) yên dagîrlkeriya Tirkiyê ji nav malan berê Qilêşa xwe daye kalemêrî û bi guleyekê li pişta wî daye, di ecamê de kalermêr „Elî Qelender“ bi giranî birîndar bû û piştre li nexweşxaneya dewleta Tirk a dagîrker de şehîd bû.

Related posts