AFRINPOST- Taybet
Nûçegihanê AFRINPOSTê da zanîn ku milîsên îslamî (Polîsên leşkerî) yên dagîrkeriya Tirkiyê li herêma Efrînê/Rojava propagandan dike ku li Efrînê û bajarên din ên gundewarên bakurê Helbê dê teqîn rû bidin, lewra divê gel li cihekî kom nebin.
Herwisa nûçegihanê me diyar kir ku heman milîs ji xelkê re dibêjin ew teqîn ji aliyê PYDê ve têne plan kirin.
Herwisa aşkere ye ku milîsên îslamî evan teqînan plan dikin da Efrîniyan bitirsînin û di encamê de Kurd ji Efrînê derkevin, wisa jî dê plana Guhertina Dêmografîk li seranserî herêmê bi hêsanî cîbicî bibe.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku milîsên dagîrkeriya Tirkiyê di demên berî niha de dema teqîn dibûn serast dikirin stûyê YPGê da xwe ji wê berpirsyariyê derxînin.