Wêrankirina cihên pîroz bûye karê dagîrkeriya Tirkiyê yê rojane

AFRINPOST- Taybet

Milîsên îslamî bi serpereştiya dagîrkeriya Tirkiyê bi berdewamî hewla wêrankirina hemû taybetiyên Kurdewarî,olî û civakî li Efrînê/Rojava didin.
Di vê çarçovê de nûçegihanê AFRINPOSTê ji navçeya „Reco“yê da zanîn ku milîsên îslamî (Aretêşa Azad, Artêşa Niştimanî û dûvikên wan) ên ku gundên Meydana li navçeya „Reco“yê dagîrkirine, Zareta „Şêxmûs“ kulane û wêran kirine, tevî ku gundiya dilgiraniya xwe jî nîşan kiribûn.

Nûçegihanê me li ser zimanê gundiyekî Meydana diyar kir ku gundiyan nerazîbûna xwe li hemberî wêrankirina Zaretê ji aliyê milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê ve nişan kirinbûn û herwisa li hemberî birandina darên wê jî, lê belê Niştedagîr û çekdarên milîsan henekên xwe bi Zaretê û pîroziya wê kirine û ji gundiyan re gotine: „hûn (Kurd) nizanin van xêr û bêran ji xwe re bikar bînin“ herwisa ji şêniyên gund re gotibûn: „em hatina da we li ser vî erdî qir bikin, divê hûn Kurdbûna xwe ji bîr bikin“.

Nûçegihanê me da xuyakirin ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê Zaretan ji bona Zêran dikolin û wêran dikin, bê ku çi rêzgirtinê ji pîroziya wan cihan re bigirin.

Ji aliyekî din ve nûçegihanê me got ku milîsên îslamî (Feyleq El-Şam û Lîwa Ehrar El-Şam) di gel Niştedagîran hemû darên daristana derdora Zaretê ji bona êgir (agir) ji xwe re birandin û birin.

Zareta Şêxmûs/Siltan Şêxmûsê ´Enzelî li deşta Meydana ku li bakurê gundê Gewenda yê navçeya Reco dikeve di gel daristanê cihê rûbereke 2 Hiktarî digre, herwisa li rex wê goristana dîrokî jî heye ku kêlên wan goran dirêj û bilind in û vedigere serdema Romanî.

Li gorî nivîsekê osmanî li ser deriyê Zaretê xuya dike ku dîroka wê vedigere 1882pz û navê xwediyê Zaretê jî Şêxmûsê ´Enzelî ye.

Lê li gorî nîşan û baweran diyar dibe ku ev Zaret ya Êzîdiyan e, navê Zaretê jî ji navê Senceqa Enzelî hatiye yan jî ji navê Şêxmûsê ´Enzelî ku bi xwe şêxekî Êzîdiyan î Qatanî ye, li wir jiyaye û li vir diçe ser dilovaniya xwe, ji ber başî û zanebûna wî bona şêniyên deverî bû cihekî pîroz û mirovê diçe serdana wî bi pîroziya wî ji gelek nexweşiyan çê dibe.

Bi van kiryaran dagîrkeriya Tirkiyê bi destê milîsên xwe yên îslamî (Aretêşa Azad, Artêşa Niştimanî û El-Nusra hwd) hewla têkbirina pirrengîniya olî û bawerî li herêma Efrînê/Rojava dike û hewla ferzkirina Ola îslamî ya Birayên Mislimanan li ser xelkê Efrînê dike.

Related posts