Li Dîkmedaşê Niştedagîr milkûmal û çete jî Efrîniyan digirin

AFRINPOST

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê roja yekşemê 10.02.2019an got ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê du Efrînê revandine.

Heman rêxistinê wisa anî ziman ku: „grûpek ji çekdarên îslamîst bi berpirsyariya Mehmûd El-Xêr ku berpirsekî (Grûpa Hawarçûnê/Ewlekariya deriyan) ê milîsên îslamî (El-Cebhe El-Şamiyê) ye, di dîroka 08.02.2019an de du hemwelatiyê gundê Dîkmedaşê li navçeya Şera girtin û berê wan dan cihekî ne diyar.

Li gorî rêxistina mafê mirovan ku navê herdu hemwelatiyan wisa ne: „Xelîl Enwer Hesen“ ku dukana wî heye û „Qenber Mihemed kurê Ehmed“ mêkanîkkarê Tiraktoran e û egera (sebeb) girtina herduyan jî tenê ji ber ku wan dênên xwe ji Niştedagîran xwestine.

Herwisa rêxistinê nişan bi wê yekê kir ku ji roja avakirina grûpa „Komela Malbatên Şi´êtat“ ya bi ser milîsên îslamî (El-Cebhe El-Şamiyê) ve, her çûye kiryarên dizîn, şelandin, çinîn û birandina Zêtûnan heya bi hilkirina Derî û pencereyên xaniyan herwisa destdirêjîkirin û birandina daran li der û hundirê gund de bêhtir bûye.

Li dawiyê rêxistinê da zanîn ku Niştedagîr xelkên gund bi „şoreşgeran/çetayan“ ditirsînin û herî dawî jî Niştedagîrekî bombeyeke dengî li nav gund teqandiye tenê ji bona tirsê bixe dilê gundiyan.

Related posts