Niştedagîr û çete li ser destê dagîrkeran li Efrînê perwerdeya polîsan dibînin

AFRINPOST- Taybet

Sekirdeya Polîsên dagîrkeran li Efrînê ya bi ser dagîrkeriya Tirkiyê ve daxuyaniyek weşandiye ku wan lîsteya ji 20 çekdaran pêk tê pejrandiye.

Ev daxuyanî diyar dike ku çawa dagîrkeriya Tirkiyê di bin navên cudacuda yên milîsên îslamî de hewla windakirina Kurdbûna Efrînê/Rojava dike, herwisa di heman daxuyaniyaniyê de zelal dibe ku divê roja çarşemê 13.02.2019an çeteyên perwerde ji bona polîskariyê dîtinî, bi civînekê li hev kom bibin.

Ev lîsteya hanê jî bi zimanê Tirkî û Erebî htiye nivîsandin û hemû kesên ku erka polîskariyê lê hatine spartin ne Efrînî ne û zimanê Kurdî jî çi cih têde negirtiye, ji wê yekê bêhtir ku ev çete perwerdeya Polîsan li ser destê dagîrkeriya Tikiyê dibînin.

Weke diyar e ku dagîrkeriya Tirkiyê bi van kiryaran prosêsa Guhertina Dêmografîk bi hemû cure û di hemû waran de li Efrînê bi awayekî plankirî birêve dibe.

Li gorî evê lîstê çeteyên niştedagîr ku navên wan têde hatiye wisa ne 6 çete ji Himsê, 2 ji Şamê, 6 ji Hemayê, 5 ji Idlibê, 1 ji Dêrazorê.

Related posts