Piştî wêrankirina Efrînê serkirdeyê encûmena dagîrkeran dibêje dê Efrînê bikine Entab

AFRINPOST- Taybet

Piştî ku dagîrkeriya Tirkiyê di 20ê adara 2018an de hêrîşî herêma Efrînê/Rojava kir, bêhtirî 350 hezar kes ji xelkê wê bi darê zorê derxist, bi dehan gund hilweşandin û bi hezaran kes şehîd û winda bûn, niha serkirdeyekî encûmena dagîrkeran hatiye dibêje ku wê Efrînê bike wekî Entabê!!

Ragihandina dagîrkeriya Tirkiyê li ser zimanê „Mihemed Silêman“ serokê encûmena dagîrkeran li Efrînê dibêje ku herêm di hemû waran de gelekî baş pêş ve diçe (tevî ku xelkê herêmê berovajî wê yekê dibêjin weke ku şêniyê herêmê di zîndaneke mezin de dijîn û bê kaxisa dagîrkeran û izna wan nikarin ji gundan herin bajêr û ne jî werin, herwisa divê ewê kaxizê jî mehane nû bikin).

Di heman demê de milêsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê rojane kiryarên dizîn, revandin, lêdan, destdirêjîkirin û kuştinê dikin ku herî dawî kalemêrê 80ê slaî „Elî Qelender“ ê gundê Qnterê li navçeya Mabeta çeteyekî milêsên îsalmî (El-Cebhe El-Şemiyê) hewla diziya pezê wî kiribû, lê piştî ku kalemêrî parastina pezê xwe kiribû Niştedagîrekî berê tifinga xwe dabû pişta kalemêrê 80ê salî û şehîd kiribû.

Destkarê dagîrkeran „Mihemed Silêman“ dibêje ku: „çanda herêma Efrînê gelekî nêzî çanda Entabê ya Tirkî ye û armanca me em herêma Efrînê weke bajarên Tikiyê yên ciwan bikin weke Entabê, Hatay heya bi Istenbûl û Anqerê jî, da wisa bajarekî paqij, ciwan û xelkê wê bi bextewarî bijîn“!!

Navborî ji aliyê dagîrkeriya Tirkiyê ve di çirya pêşîn a 2018an de li şûna(cihê) Zûhêr Heyder hatiye destnîşankirin, herwisa tê naskirin ku berê serokê encûmena dagîrkeran a Bilbilê bû û bixwe ji xelkê gundê Xelîlaka ye, û tê naskirin ku kesekî nêzîkî Xesan Hîto serokê berê yê Koalîsiyona rikberî ya Sûrî (Rêxistina Birayên Mislimanan) ye.

Herwisa Silêman dibêje ku wan 3 nexweşxaneyên mezin ava kirine bê ku wan binav bike, tevî ku hemû kes dizane li Efrînê ji berê de 6 nexweşxane hene (Avrîn, Cîhan, Ferzend a Leşkerî, El-Selam, Qenber, Dêrsim) ku Rêveberiya Xweser ji wan 2 nexweşxane ava kiribûn ew jî Avrîn û Ferzend a leşkerî ne, lê niha dagîrkeriya Tirkiyê navê wan guhertiye û dibêje ku wê ava kirine.

Di vê çarçovê de Niştedagîrên ku nexweşxanyan li Efrînê birêve dibin gelekî bi dijminane bi Kurdan re didin û distînin, hemwelatî (K, E) ji AFRINPOSTê re got: „milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê û Niştedagîrên wê hemû nexweşxaneyên bajêr desteserkirine, tenê 2 nexweşxane di destê xwediyên wan ên Efrînî de mane ew jî di aliyê têknologî de gelekî lawaz in, herwisa got ku tixtorên Niştedagîr tenê tablêtên (hebe) êşekê didine xelkê û dişînin mal“.

Heman çavkaniyê anî ziman ku: „hemû dezgeh û komeleyên li Efrînê niha di bin siya milîsên îslamî (artêşa Azad, Artşa Niştimanî) yên dagîrkeriya Tiriyê de kar dikin û Efrîniyan di tîmên xwe de weke fermanber (Mûwezef) napejrînin (qebûlnakin), eger bû jî tenê yekî yan bi piranî diduyan destnîşan dikin, tevî ku hemû Niştedagîr bi bawenameyên sexte têde kar dikin“.

Di berdewamiya axiftina xwe de çavkaniyê da xuyakirin ku: „Niştedagîrekî ji hinek xortên Kurd xwastiye ku ji wan re bawernameyên sexte bi diravan ji Ezazê bînin, da bikaribin li dezgehên dagîrkeran kar bikin“, herwsia Efrîniyan şovînîzma Niştedagîran û milîsên dagîrkeriya Tirkiyê anîne ziman ku çawa heya di warê belavkirina alîkariyan de jî tenê li ser Niştedagîran tê belavkirin.

Di derbarê xwendinê de „Silêman“ dibêje ku: „249 dibistan amade kirine û pêşwaziya 45 hezar şagirt û xwendekaran dikin“ bê ku navborî balê bikişîne ser plana xwendinê ya radîkalkirina xwendekaran, ewê ku dagîrkeriya Tirkiyê li ser Efrîniyan ferz dike û bê ku bêje xwendekar niha piraniya wan Niştedagîr in û zarokên Efrîniyan jî niha di mişext û penabertiyê de dijîn.

li vir em bi bîr dixin, ku çawa di 07.02.2019an xwendekareke niştedagîr xeberên nebaş weke (Kurd sergo ne, Efrîn a me ye, Kurd teqînan dikin, Kurd ne tişt in, ji vir derkevin) û di encamê de şer û pevçûn di navbera xwendekarên niştedagîr û xwendekarên Efrînî de derketibû.

Wisa di derbarê fêrkirina Zimanê Kurdî jî di dibistanên dagîrkeran de weke pirtûkeke ne pêwîst û li ser daxwaza rêvebirê dibistanê tê xwendin, hêjayî gotinê ye ku piraniya rêvebirên dibistanan jî Niştedagîr in ku naxwazin kes fêrî Kurdî bibe, rêvebirên Kurd jî newêrin daxwaza fêrkirinê bikin yan jî bixwe destkarê dagîrkeriya Tirkiyê ne.

Ji aliyekî din ve li herêma Efrînê çanda radîkalkirina zarokan tê belav kirin, weke nimûne li gundê Kotana navenda „Silêman El-Helebî“ vekirine û zarok têde fêrî radîkala îslamî û dijayetiya Kurdan dibin herwisa nişana rêxistina têror a Gurên Gewir a Tirkî hil didin di gel fêrbûna olî û zimanê Tirkî.

Efrîn û Entab

Weke tê zanîn ku Entab di dirêjayîya şerê navxweyî ya Sûriyê de navenda hevdîtinên îstêxbarata (MIT) dagîrkeriya Tirkiyê bi komên radîkal ên îslamî (Artêşa Azad) re û danîna planan dijî gelê sûrî bi giştî û Kurdan bi taybetî bû, hîn bêhtir Entabe wergeha Daişê û îslamîstan (El-Nusra, Artêşa Azad) û riya wan a navdewletî bû.

Di rastî de Efrîn bûye Entab, ku niha herêma Efrînê wargeha hemû grûpên îslamî yên radîkal e, hemû raporên AFRINPOSTê diyar dike ku çawa dagîrkeriya Tirkiyê hewla radîkalkirina Efrînê bi hemû riyan dike ji xwendinê heya bi vekirina navendên radîkal ên Olî ku rêxistina têror a Gurên Gewir a Tirkî serpereştiya wan dike. Dagîrkeriya Tirkiyê mejiyê zarokan li Efrînê dişo da di paşerojê de ji xwe re weke cîhadîstan li hemû cîhanê û bi taybet li dijî Kurdan bixwe bikar bîne.

Related posts