AFRINPOST
Çalakvanan li herêma Efrînê/Rojava tekez kir ku çekdarekî ji malbatên milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê fîşekek avêtiye Kalemêrekî Efrînî yê 80 salî û birîndar kiriye, herwisa çalakvanan dupat kirin ku kalemêrî pezê xwe li nav zeviya xwe ya li gundê Qnterê li navçeya Mabeta diçêrand û navê wî jî „Elî Qelender“ e.
Ji aliyekî din ve çavkaniyan anî ziman ku kesê ew kalemêr bi guleyan birîndar kiriye berpirsiyarekî milîsên îslamî (El-Cebhe El-Şamiyê) ye, ku bê eger (sedem) ji xaniyekê de berî qilêşa xwe daye kalemêrî û gule berdayiyê.
Hêjayî gotinê ku bi taybetî Niştedagîrên ji gundewarên Helebê yên bakur (Ezaz, Mari´, Til Rifat, Miniq) hatine herêma Efrînê dagîrkirineli dijî Efrîniyan kiryarên kirêt û şofînizim dikin, ku heman Niştedagîr weke baştirîn xizmetkarê dewleta dagîrker a Tirk têne naskirin û piraniya wan jî endam in di nav milîsên îslamî yên bi navê Artêşa Azad, Artêşa Niştimanî û El-Nusrayê de.