Berpirsekî QSDê: di Baxozê de derdora 500- 1000 Daişî mane

AFRINPOST- Taybet

Serkirdeyê „Ceyş El-Siwar“ yê bi ser QSDê ve Ehmed El-Siltan got ku derketina jin û zarokên sivîl û jinên çekdarên Daişê rê li ber opêrasiyana rizgarkirina Baxozê ji bo çend rojan girt.

Di axiftina Navbûrî de, yê di derbarê geşedanên opêrasiyna rizgarkirina Baxozê li gundewarê Dêrazorê de, ji AFRINPOSTê wisa hat.

Ehmed El-Siltan ê naskirî bi navê Ebû ´Erac da diyarkirin ku duh şefeqê opêrasiyona wan a rizgarkirina Baxozê careke din dest pêkir, ku ji ber xweradestkirina jin û zarokên sivîl herwisa jinên çekdarên Daişî û Daişiyan bixwe jî ji bona çend rojan hatibû rawestandin.

Ebû Erec got ku: „danûstandinek habû da em bikaribin girtiyên sivîl û yên leşkerî jî ji dest Daişê rizgar bikin, lê belê Daişê herdem hewla dek û dafan dikir, ku carinan Daişê digot em ê gitiyên li ba xwe bi Jinê Mûhacîrên xwe (jinên Emîran ku piraniya wan xwe radestî QSDê kirine) biguhêrin û carinan jî digotin ku em ê danûstandina li ser pevguhertina girtiyan bi 10 tirmbêlên pêwîstiyên xwerinê bikin.

Di berdewamiya axiftina xwe de Ebû Erac nîşan pêkir ku şerê herî dawiyê berî 30î katjimêrî (saetê) bû, û niha jî topxaneyan, balfirên koalîsiyonê û hêzên bejayî ji bona ketina bajêr dest pêkirin û hinek pêşveçûn jî ji aliyê rojava-bakur û başûr-rojava ve çêbûne, tenê riya biyabanê (Sehra) weke korîdoreke biçûk ji bona malbatan maye û li vir jî hêzên taybet ewan malbatan diparêzin û wan dibine kampan da pêdiviyên wan ji xwerin, vexwerin û dermankirinê bi serpereştiya tîmên dermankirinê dabîn bikin.

Ji aliyekî din ve Ebû Erac tekez kir ku nîşanên sekeftinê diyar dibin û li gorî pêşbîniyan dê rizgarkirina Baxozê di navbera 15-20ê sibatê de be.

Navborî da nîşankirin ku hejmara çekdarên Daişê li nav bajaroka Baxozê de di navbera 500 heya 1000 çekdarî heye, li hemberê jî hê 2000 heya 3000 sivîl jî li wir mane, herwisa got ku ji ber hebûna jin û zarokan opêrasiyon çend caran hate rawestandin û dereng ma.

Related posts