Îşkencekirina 2 Efrîniyan li gundê Ereba

AFRUNPOST

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê roja sêşemê 11ê sibatê ragihand ku du hemwelatiyê Kurd li gundê Ereba yê navçeya Mabeta dane ber kotek û lêdanan herwisa li gundê Kaxirê û Xilalka jî dizîn çêbûye.

Rêxistanê da zanîn ku hemwelatiyên bi navê „Zekeriya Ibrahîm be´bo“ û Yûnis Mihemed Entabî“ ên ji gundê Ereba ji aliyê milîsên îslamî (Lîwa El-Fatih) di dîroka 03.02.2019an de hatine îşkencekirin bi behaneya ku wan Erka Leşkeriya Neçar di dema Rêveberiya Xweser de kirine, tevî ku herduyan rewşa xwe li ba milîsan rast kiribûn.
Weke tê zanîn jî ku herdu hemwelatî ji ber lêdana bi giranî heya niha di nav cih dane.

Ji aliyekî din ve heman Rêxistina mirovî got ku dukana du hemwelatiyên gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta hatine dizîn.

Di heman çarçovê de rêxistinê diyar kir ku çekdarên milîsên îslamî (Rîcal El-Herb/Zilamên cengan) yên ku gundê Xilalka li navçeya Bilibilê dagîrkirine hemû kelûpelên (tiştên malê) xaniyan û amûrên çandiniyê yên gundiyan li gund dizîne.

Herwisa piştî ku heman milîsan li gundê Xilalka diziya xwe kirine, bi grûpekê bi mebesta girtina dizkaran li nav gund û malên gundiyan gerîne da tometa dizînê bixin stûyê gundiyekî.

Related posts