AFRINPOST- Taybet
Nûçegihanê AFRINPOSTê ji navçeya Bilbilê ragihand ku çekdarên milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê li herêma Efrînê/Rojava diziya pîrejina 80ê salî kirine.
Di vê derbarê de nûçegihanê me got ku pîrejina bi navê „Sedîqe“ pîreka dilovanîlêbûyî (rehmetî) „Ehmedî Kûto“ yê gundê Qirigolê li navçeya Bilbilê rastî dizîyê ji aliyên milîsên îslamî ve hatiye, herwiha ku milîsan tifing xistine serê wê û gefa kuştinê lê xwerine eger pirejin peran nede wan, lewra ji tirsan re pirejînê hemû diravên xwe dane milîsan ku 30 hezar L.S (derdora 60 dolarî dike) bûn.
Ji aliyekî din ve nûçegihanê AFRINPOSTê nîşan pêkir ku ew kiryara diziyê di hefteya derbasbûyî de rûda ye, ku di nîvê şevê de 3 milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê bi ser mala Pîrejina 80ê salî de girtine û diravên wê bi darê zorê jê standine.
Weke tê zanîn ku du grûpên îslamîstan gundê Qirigolê dagîrkirine ew jî milîsên „El-Siltan El-Mûrad û El-Hemzê“ ne, ku milîsên „El-Siltan El-Mûrad“ê bi piranî Tirkman in, ev jî planeke dewleta Tirk a dagîrker e ji bona Guhertina Dêmografîkî ya herêma Efrînê/Rojava û bi taybetî nevçeya Bilbilê ji Tirkmanan dadigire da bibe xençerek di pişta Kurdan de.
Herwisa milîsên îslamî yên bi navê „Artêşa Azad û Artêşa Niştimanî“ têne naskirin, samanên (milk û malê) Efrîniyan weke destkeftiyên(Xenîme) cengê ,ku ev jî bîreke îslamî ye, ji xwe re dibînin.