AFRINPOST – Taybet
Dagîrkeriya Tirkiyê kiryarên guherînê bi lez û rojane li ser xaka Efrînê dike, da ku piştre li ser maseya rewşa paşeroja Sûriyê ferz bike.
Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê AFRINPOSTê xuya kir ku li Cindirêsê dagîrkeriya Tirkiyê xebatan li ser tora elektrîkê ya li herêmê dike, da ku bi tora Elêktirîkê ya Tirkiyê ve girê bide, weke tê zanîn ku êdî amadekirina wan toran gihêştiye nêzî bajaroka Cindirêsê.
Ji bona wê yekê jî Şandek ji Wezareta Elektrîkê ya dagîrkeriya Tirkiyê, di 17ê çileya paşîn a (January) 2018an de serdana herêma Efrînê kiribû û bi encumena xwecehî ya dagîrkeriya Tirkiyê re civiyabû bi mebesta gotûbêkirina çawaniya henardina (anîna) elêktrîkê bo herêma Efrînê ya dagîrkirî.
Ji aliyekî din ve binesaziya elektrîkê li herêmê bi plana Instîxbarata (MIT)ê hatiye jinavbirin û kabloyên elektrîkê ji hêla mîlîsên îslamî yên dagirkeriya Tirkiyê ve hatine dizîn.
Her wiha dagirkeriya Tirkiyê bircên telefona Sûrî ya li nêzîkî mizgefta rojhilat a navenda bajaroka Cindirêsê rakir, da ku bi tora telefona Tirkiyê ve were guhartin .
Sala borî jî saziyên perwerdê bi yên Hatayê ve hatbûn girêdan.
cihê gumanê ye ku rêjîma Sûrî jî li hember van kiryarên guhertinê û girêdana xaka Efrînê/Rojava bi dewleta Tirkiyê ve bêdeng e û heya niha ti gilî li Neteweyên Yekbûyî û li encumena ewlekariyê ne kiriye.