Bi vîdiyo milîsên îslamî darên Zareta Eslan Dede jî birandin

AFRINPOST- Taybet

Li gor Vîdiyoyekê ku AFRINPOSTê bi dest xistiye, têde diyar dibe ku zareta Eslan Dede ya Elewiya gelek ziyan (zirar) gihîştiyê.

Hêjayî gotinê ye ku berî dagîrkirina Efrînê/Rojava ji aliyê dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên radîkal yên naskirî bi (Artêşa Azad, Artêşa Niştimanî, El-Nusra), ew zareta ji aliyê hemû Efrîniyan ve cihekî pîroz dihate naskirin, û herkes diçû serdana wê.

Di vîdiyoya AFRINPOSTê de xuya dibe ku çawa kokên ew darên temen dirêj hatine birandin, ku berê xelkê herêmê heman dar diparastin û bi çavekî pîroz li daran û xwezayê bi giştî temaş dikirin. Herwisa tu carî Efrîniyekî hewil neda ku wan daran bibire.

Zareta Eslan Dede li rojhilatê gundê Kurzêlê Çiyê û bakurê gundê Xidriya li navçeya Bilbilê dikeve, li ser çiyayê Kaloşkê ku weke zareteke kevin tê naskirin.

Herwiha li gorî bîr û baweriya gundiyan ku serdana wê di roja çarşemê de ji bona dayîna Zarokan ji kesên zarokên wan nabin re gelekî bi wate ye û li ser xatirê mirazxwastinê jî qurbana xwe li ber derê zaretê dikirin.

Zaret ji gora şehîd Eslan Dede pêk tê û derdora wê jî tijî darê temen dirêj ên Palûtê ne û riyeke kevin ji gundên Dîkê, Kerê û Kêla têre derbas dibe û diçe navçeya Bilblê ji aliyê Bakur ve.

Cihekî Zaretê yê giring û rêzgitinê ji bilî pîroziya wê li ba şêniyên deverê heye, weke ku dema kesek di wir re piya (meşê) derbas dibe divê nerm, bê qireçir be û du keviran bide ser hev bi mebesta silavkirinê ku bi navê Silavgeh tê naskirin. Herwisa ji bona çêrandina Pêz (pezî) jî ne gunacaw bû ku cihekî pîroz e nabe pez lê biçêre û fîtkirin jî li wir qedexe bû.
Birandina Daran di hemû rewşan de qedexe bû, ku niha milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê dara Hêviyê ya li ber serê gorê jî birandine û tu rêzgirtinê ji baweriya xelkê navçeyê re nagirin.

Ev zareta yek ji dehan zaretên herêma Efrînê ye weke zareta Yexmûr Dede, ku diyar e di demekê di dîrokê de Elewîtî bi awayekî berfireh li herêmê hebû, peva Dede jî ji zanayên olî yên Elewiyan re tê gotin, di gel berfirehbûna hebûna êzîdiyan ku nîşana Silavgeha bi du keviran nîşaneke hebûna êzîdiyan e ku Elewî jî heman nişanê pîroz û bi kar tînin.

Related posts