Uka gundekî bi giştî tê Erebkirin

AFRINPOST- Taybet


Milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê li herêma Efrînê/Rojava li gelek gundan qedexe dike ku gundî vegerin, bi taybetî li navçeya Bilbilê ku Guheretina Dêmografîk li rêkûpêk e û gelek Niştedagîr li wir ketine xaniyên Kurdan.

Gundê ´Uka yê navçeya Bilbilê yek ji wan gundan e ku bi giştî hatiye Erebkirin

Derbarê ´Uka de



Gundê ´Uka 6Km li başûr-rojhilatê navçeya Bilbilê dikeve. Aliyê gund ê bakur bajaroka Bibilê û gundê Qornê, başûrê wê gundê Qorta û Qaşê, rojava gundê Şerqiya û ji aliyê rojhilat ve jî bajaroka Meydankê ye.

Uka gundekî bi giştî tê Erebkirin2
Gundê Uka navçeya Bilbilê

Weke tê zanîn ku gundê ´Uka ji 85 malan pêk tê û temenê wê jî 400 sal in, piraniya şêniyên gund di zeviyên Zêtûnan, dexil, rezan û xwedîkirina pez û bizinan de kar dikin.

Milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê di 20.02.2018an piştî berxwedana YPG/YPJê gund dagîr kirin.

´Uka piştî dagîrkirinê


Gundê ´Uka weke hemî gundên Ciyayê Kurmênc (herêma Efrînê/Rojava) rastî topbaraneke giran a Firoke, hawon û topxaneyên dagîrkeriya Tirkiyê hat, ji ber wê jî xelkê gund neçar bû ji gund derkevin û birevin, herwiha di encama wê topbarandinê de 5 xanî hilweşiyan û 5 xaniyên din jî ziyan gihîştinê.

Niha jî gund di bin dagîrkeriya milîsên îslamî (El-Siltan El-mûrad)ê de ye, ku tenê du malbat vegeriyane, ew jî herdu bira „Zekeriya Birî Dede û Silêman Birî Dede“ ne, malên din ên gund jî Niştedagîran dagîr kirine û nahêlin ku malbatên gund vegerin, herwisa piraniya wan Niştedagîran jî ji xelkê bajarê Ristenê û gundewarên Himsê ne.

Uka gundekî bi giştî tê Erebkirin3
Topbarankirina Dagîrkeriya Tirkiyê

Hêjayî gotinê ye ku piraniya malbatên gund li gundê Qestelê Mixtêd û li bajarê Efrînê dimînin.

Nûçegihanê AFRINPOSTê ji hinek çavkaniyên ji gund zanyarî bidest xistine ku çeteyên milîsên îslamî (El-Siltan El-mûrad) rê nadin xelkê gund vegerin ser milk û malên xwe herwiha nehêlan ku xelkê gund Zêtûnên xwe jî biçinin.

Nûçegihanê me anî zima ku şêniyên gund hewildan giş bi hev re vegerin, lê belê heman milîsan gefa serjêkirinê li gundiyan xwerin.

Di derbarê du birayên ku vegeriyane gund de nûçegihanê me dupat kir ku çeteyên milîsên îslamî rê nadin wan da li nav gund bigerin û herdu jî di xaniyekê de di destpêka gund de dimînin, weku di rûiştina neçar de dijîn.

Niştedagîrên gund jî destê xwe danîne ser milk û malên gundiyan û zeviyan wan jî ji xwe re dajon û diçinin weke ku ji bermayîya (wereseta) bavê wan be.

Tê zanîn ku dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê bi alîkariya encûmenên xwecihî yên dagîrkeran hewil didin ku hê jî Niştedagîrine din bînin gundên navçeyê bi cih bikin, bi taybet jî malbat û milîsên ku ji Idlib û gundewarên Helebê yên rojava yên ku ji „El-Nusra“yê reviyane.

Related posts