Dibistanên xwendinê kirine zîndan û girtîgeh

AFRINPOST- Taybet

Milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê dest dane ser dezgehên giştî yên herêma Efrînê/Rojava û navendên xwendinê weke binke û xalên leşkerî ji xwe re bikar tînin.

Nûçegihanê AFRINPOSTê îro ragihand ku milîsên îslamî (Polîsên Leşkerî) ji navenda xwe ya li avahiya arastekirina(tewcîh) perwerdeyî guhertin û birin dibistana navînî ya bazirganiyê (tîcara) yê li nêzî parka Newroz li navenda bajêr, ku li cihê wan jî ewlekariya milîsên îslamî (El-Siltan El-Mûrad) yên ku piriya wan Tirkman in bi cih bûn.

Related posts