Dengekî bilind ji encûmena xwecihî ya ENK-sê ya Efrînê derket

AFRINPOST

Encûmena xwecihî ya ENK-sê îro pêncşemê daxuyaniyek bi navê „Kiryarên şofînî yên zarokên Niştedagîran li dijî Zarokên Kurdan li Efrîna Kurdistanî“ weşand.

Di wê Daxuyaniyê de hatiye ku xwendekarekê ji zarokên Niştedagîran li Dibistana „Fêsel El-Qedûr“ê li navenda Efrînê di 07.02.2019an de xeber û gotinên nexweş di dermafê gelê Kurd bi giştî de gotiye, weke „Gelê Kurd zibalê ye (sergo ye), Efrîn ya me ye, gelê Kurd teqînan dikin, gelê Kurd ne tişt e, ji Efrînê derkevin“.

Daxuyanî bi berdewamî diyar dike ku ew rewşên wisa li gelek dibistanan dubare bûne û xwendekarên Kurd rojan rastî xeberdan û gotinên wisa tên.

Herwisa encûmena xwecihî ya ENK-Sê ew kiryarine şermazar kir û got: „ em weke encûmena xwecihî ya ENK-Sê li Efrînê, kiryarên wisa şermezar dikin çi ku tekane bin an jî plankirî û rêxistinkirî bin, ji ber ku nakokiyan diafirinin û rewşa ewlekarî jî têk dibin, ji ber wê yekê em ji berpirsyarên perwerde û xwendinê daxwaz dikin ku çareseriyeke bilez ji vê problemê re bibînin, da rê li ber tevliheviyê bigirin“.

Hêjayî gotinê ye ku enicûmena niştimanî ya Kurdî beşek e ji opozîsiyona sûrî û piştgirî opozîsiyonê di şerê li dijî herêma Efrînê/Rojav jî kiribû.

Related posts