AFRINPOST- Taybet
Nûçegihanê AFRINPOSTê ji navçeya Cindirêsê tekez kir ku dewlta Qeterê pişgirîkirina niştedagîrkirinê û mandina Niştedagîran li herêma Efrînê/Rojava dike.
Li gorî zaniyariyên Nûçegihanê me ku Qeter ji bona her Niştedagîrekê ku li herêma Efrînê bimîne komdiravekê jê re dişîne.
Weke tê zanîn ku Dewleta Qeterê ji destpêka şerê navxweyiyê Sûriyê de bihêztirîn dewlet e ku pişgiriya diravî ji rêxistina Birayên Mislimnan/Ixwan El-Mislimîn re dike, herwiha dagîrkeriya Tirkiyê jî serkêşiya heman rêxistinê bi awayekî siyasî û çekî yê ber çav dike.
Di berdewamiyê evê siyasetê de Qeterê rêxistinek bi navê „Qeter ji bona geşkirina hêviya Jinebiyan“ ava kiriye ji bona geşkirina zewaca ji jinebiyan. Bi wê mebestê jî niha dest pêkirine ku diçin nav kampan û biroşoran-Brochure belav dikin û listeyan ji navan amade dikin ji bona kesên ku dixwazin bi jinebiyan re bizewicin (şo bibin).
Li gorî wê rêxistinê ku dewleta Qeterê dê hemî lêçûnên (mesref) zewacê jî li xwe bigire, tenê ji zêve (kesê dixwaze bi jinebiyan re bizewice) tê xwastin ku xaniyekê peyda bike û piştre Qeter dê 3000 Dolarî Amrîkî jê re bişîne.
Weku diyer e ku Niştedagîr bi hêsanî dikarin xaniyekê li herêma Efrînê peyda bikin, ew bi piştgiriya milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê xaniyên Efrîniyan bi darê zorê û geflêxwerina kuştinê jê distînin û dagîr dikin.
Di vî rewşî de destpêşxeriya Qeterê dê kiryarên dizîn, kuştin, revandin û Guhertina Dêmografîk bi navê geşkirina hêvî û xêrxwaziyê bêhtir û bilez cîbicî bike.
Herwisa li gorî zanyariyan gengaz e (reng e) ku Qeter dê ji bona wan kesên bi jinebiyan re dizewicin mehaneyan girê bide, wate dê mehane diravan jê re bişîne.
Weke tê zanîn ku ji erka encûmenên dagîrkeran ê xwecihî ye lîsteyan bi navê wan kesan amade bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Qeterê di dema şerê li dijî Efrînê de tekane dewlet bû bi aşkere piştgiriya xwe bo dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên radîkal ên Birayên Mislimanan (Artêşa Azad, Artêşa Niştimanî, El-Nusra) ragihandibû.