Leşkerên dagîrkeriya Tirkiyê Mixtar û 2 Efrînî li Zivingê û Kerê girtin

AFRINPOST- Taybet

Hêza dagîrkeriya Tirkiyê berî du rojan (sêşemê) bi ser malên gundiyan li gundê Zivingê û Kerê yê bi ser navçeya Bilbilê de girtin û di encamê de 3 hemwelatî desteser kirin.

Nûçegihanê AFRINPOSTê da xuyakirin ku leşkerên dagîrkeriya Tirkiyê bi tirimbêlên leşkerî (panzêr) li gundê Zivingê li malan û li nav daristanê dest bi hemleya lêgerînê kirin û piştre mixtarê gund „Mihemed Yûsif- Bavê Newres“, ê ku dagîrkeriya Tirkiyê bi xwe weke mixtar ji gund re destnîşan kiriye, di gel hemwelatiyekî din „Ne´san Evdilqadir Isma´îl“ ku berê du cara hatiye girtin, desteser kirin û bi xwe re birin.
Peyamnêrê me diyar kir ku leşkerên dagîrkeran piştre berê xwe dane gundê Kerê û li wir hemwelatiyê bi navê „Reşîd Xelîl Îbrahîm“ jî girtin.

Hajayî bibîrxistinê ye ku dagîrkeriya Tirkiyê di 30.01.2019an de mixtarê gundê Kerê girtibûn û çûbûn li gundê Qota jî 7 kes li pêş nanpêjxaneyê (Firnê) girtibûn.

Related posts