Niştedagîr ne tenê darên Zêtûnan lê belê daristana Basûtê û Bircê jî dibirin

AFRINPOST- Taybet

Li gorî bînerên ji (şahidan/dîdevanan) herêma Efrînê/Rojava ku Niştedagîrên milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê ji roja dagîrkirina herêma Efrînê ve dest bi birandina daran kirine.

Di vê çarçovê de çavkaniyekî xwecihî got ku çarîkek (rubek) ji daristana gundên Basûtê û Bircê yên girêdayî herêma Efrînê ji aliyê Niştedagîran û milîsên îslamî ve hatiye birandin û wêran kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Niştedagîr ji xwe re daran dibirin û bi buhayeke erzan difroşin herêmên din ên di bin kontrola milîsên îslamî de weke Idlib, Ezaz, Mari´ û Cerablûsê.

Weke tê zanîn ku çi carî dar di dema Rêveberiya Xweser de nehatibûn birandin, herdem rêveberiyê hewla parastina daristan û jîngehê dikir.

Ev kiryara birandina daran bi awayekî gelmper dikeve çarçoveya siyaseta tol vedana komelî ku dagîrkeriya Tirkiyê dixwaze xelk û xwezaya Efrînê siza (ceza) bike, ji ber ku Herêma Efrînê tekane herêm bû ji sala 2011 heya 2018an li pêş planên hêzên dagîkeriya Tirkiyê û milîsên wê weke kelemekê mabû.

Related posts