AFRINPOST- Taybet
Ji roja dagîrkirina Efrînê/Rojava de, dagîrkeriya Tirkiyê bi hemû reng û şêweyan hewla belavkirina hizra îslama radîkal û îslama birayên Mislimanan/Ixwan El-Mislimîn li herêma Efrîmê dike di çarçoveya pirojeya îslamkirin û jinanbirina çanda pêkvejiyanê li vê herêmê (çiyayê Kurmênc) ku bi pirrengiya xwe ya rewşenbîrî û kultûrî navdar e.
Di vê derbarê de AFRINPOSTê hinek wêne bi dest xistine têde diyar dibe ku çawa dagîrkeriya Tirkiyê li dibistanan kultûreke dûrî pirênsîpên xwendinê li ser zarokên Efrîniyan ferz dike.
li gorî bawernameya qonaxa seretayî ya dibistanên dagîrkeriyê li herêma Efrînê wisa xuya dibe ku 11 pirtûkên serke hene ji wan 3 li ser ola îslamê ne weke: Pirtûka Quranê, Perwerdeya olî (îslam), jiyana pêxember Mihemed.
Di dîrokê de ev ne cara yekê ye ku dagîrkeriya Tirkiyê hewla radîkalkirina û tirkkirina herêma çiyayê kurmêc (Efrînê) dike, weke tê zanîn ku di navbera salên 1930î-1940î de dewleta Tirkiyê tevgera mirûdan bi serokatiya melayekî Tirk ku navê wî Ibrahî Xelîl bû hewla pêkanîna şerekî navxweyî û gurkirina gelê herêmê dikir da Efrîn bi îradeya xwe bibe parçeyek ji dewleta Tirkiyê.
Li hemberî wa yekê jî hikumdarê Sûriyê dewleta Firensa Axayên ciyayê kurmênc (Efrînê) li hev komkirin û hêzeke leşkerî ji wan ava kir bi navê Leşkerên Milîsan, da li hemberî va tevgera radîkalkirina Efrînê derkevin, herwisa di encamê de şer û pevçûn jî di navbera Leşkerên Milsan ên Axan û Tevgera mirûdan ê radîkal li gelek cihan li herêmê derket.
Li dawiyê piştî ku dewleta Firensa Lîwa Iskenderon di sala 1938an de ji Tirkiyê re berda, hêşta Tirkiya xwe ji paş tevgera mirûdan da alî û şerekî navxweyî yê giran derket, di wê demê de dewleta Firenasa bi Firokeyan piştkiriya Leşkerên Milîsan kirin û li binkeyên mirûdan ên li gundê Şêx Xorzê yê navçeya Bilbilê dan.
Diyar dike ku dagîrkeriya Tirkiyê hewla xwe ya nû û dîrokî careke din dike, lê belê evê carê bi awayekî metirsîdartir e ji ber ku bi rengekî fermî di dibistanan de radîkalîzmê derbasî mêjiyê zarokan dike û paşeroja Efrîniyan tarî dike, tevî ku ev hewla ha bi xwe jî dijî rêzik û yasayên navdewletî yên mafê zarokan ne.
Ji roja dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî ve, çalakvanên Kurd di xema nediyarbûna paşeroja herêmê de ne, ku bêhtirî 350î hezar sivîlên herêma Efrînê/Rojava ji adara 2018an de ji herêmê hatine derxistin û rê nayê dayîn ku xelk vegerin ser mal û milkên xwe.
Tevî ku Bizorjixakdûrxistiyên (Penaberên) Efrînê li herêma Şehbayê dimînin û ev xal bi xwe jî bibû cihê nakokiyê li ba çalakvanan ku hinekan daxwaza vegera wan dikirin û yên din jî daxwaza mana wan li wir dikirin, lê belê piştî vegera gelek kesan li ser daxaza hinek çalakvanan, kiryar û bipêkirinên şofînî yên milîsên îslamî weke revandin, kuştin, girtina ser malan de, bac wegirtin û îşkencekirina Efrîniyan bi serpereştiya dagîrkeriya Tirkiyê careke din bû egera revîna xalkê ji herêma Efrînê.
Weke tê zanîn ku awyên belavkirina Radîkalîzmê ne tenê bi riya dibistanan dibe, lê belê gelek rengên dinê jî têne bikaranîn weke ku AFRINPOSTê demekê berê jî weşandî ku li navçeya „Mabeta“ grûpeke radîkal, ji derdora 10 kesan pêk tê, derketiye û bi cilûbergên (gelabiya kinik) Daişê ne, ku li pêş Mizgeft, kolan û koçên nevçeya „Mabeta“ radiwestin (disekinin) û „Bihinxweşa Olî“ li xelkê direşînin û ji xelkê dixwazin biçin mizgeftê.
Herwisa mlîsên îslamî li navçeya Mabeta Zareta Elewiyan a binavê Avgirê ya pîroz jî wêran kiribûn û gora di Zaretê de tev rûxandibûn, ev kiryar jî di çarçoveya siyaseta jinavbirina pirrengiya herêma Efrînê de pêk tê.
Ji aliyekî din ve dagîrkerî îstîtûtên olî jî ava dike weke îstîtûta (El-Fetih El-Mûbîn) li gundê Kurzêlê û guhertina dibistanekê li navenda Efrînê bo dibistana îmam El-Xetîb Paşa Keraca, ku dibistanên Paşa Keraca metirstirîn dibistanên belavkirina hizra radîkala Birayên Mislimanan in, ku Erdogan bi xwe jî li wan dibistanan xwendiye.
Weke ku AFRINPOSTê gelek caran weşandiye jî ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê bi mebesta windakirina taybetmendiyên herêma Efrînê hemû tiştî wêran dikin, piştî ku goristanên şehîdan li seranserî herêmê wêran kirin êdî dest bi wêrankirina goristanên gundan jî kirin bi behaneya ku divê kêlên goran bi rûyê eredê re rast bin.
Hêjayî nîşanpêkirinê ye ku mela û şêxên dagîrkeriya Tirkiyê li kolanên Efrînê digerin û pirtûka Quranê û yên girêdayî wê bêpere li xelkê belav dikin û bi vê mebestê jî dagîrkeriya Tirkiyê 100 hezar pirtûkên Qurên çap kirine û şandine Efrînê da li wir belav bikin.