AFRINPOST- Taybet
Milîsên îslamî(Artêş Niştimanî) yên dagîrkeriya Tirkiyê îro sibê, hemwelatiyê bi navê „Evdilhemît Silêman“ ji mala wî ya li navçya „Cindirêsê“ revandin û berê wî dane cihekî ne diyar.
Nûçegihanê AFRINPOSTê ragihand ku du çekdarên milîsan bi tirmbêleke „Van“ê hatin Navborî ji mala wî revandin.
weke tê zanîn ku hemwelatî „Evdilhemît Silêman“ ji xelkê gundê „Kora“ ye û berê jî rêvebirê Dibistana Pîşesaziyê(sîna´a) ya Efrînê bû.