AFRINPOST- Taybet
Milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê bacê li ser berhemên çendiniyê ji Efrîniyan bi darê zorê distînin, bi taybetî li ser berhemên zêtûnan.
Nûçegihanê AFRINPOSTê ji navçeya Mabeta ragihand ku milîsên îslamî (Lîwa El-Nixbe/Artêşa Niştimanî) li gundê “şêxûtka û Amara” ji her Kurdekî bi geflêxwerinê di navbera 5-15 tenekeyên rûnê zêtûnan distînin bi behaneya parastina gundiyan!!!
Hêjayî nîşanpêkirinê ye ku ji roja dagîrkirina herêma Efrînê/Rojava dagîrkeriya Tirkiyê bi riya milîsên xwe yên îslamî bacê ji Efrîniyan bi awayekî mezacî distînin, herwisa ji milîsan re rê vekiriye ku çi bixwazin dikarin bi serê Efrîniyan bikin ji girtin, kuştin, bacwergirtin, dizîn, binpêkirin û destdirêjîkirinan heya ku xaniyên Efrîniyan jî jê dibin û Niştedagîrên Ereb têde nişte dikin.
ji bilî baca milîsên îslamî yên Opozîsiyona Sûrî, herwiha Encûmenên dagîrkeran yên xwecihî jî bacê ji Efrîniyan distînin.