AFRINPOST- Taybet
Milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê saman û sermiyanên (mal û milk) Efrîniyan li seranserî herêma Efrînê/Rjava ji xwe re weke xelateke xwedê bikar tînin û destê xwe danîne ser her tiştî, herwisa rê jî nadin ku Efrînî vegerin mal û gundên xwe.
Hêjayî gotinê ye ku li Efrînê/Rojava bi dehan gund hene dagîrkeriya Tirkiyê nahêle şêniyên wê vegerin, bi taybetî gundên li ser sînorê, ku piraniya wan Niştedagîrên Tirkmen lê bicihbûne yan jî ji xwe re kirine binke û xalên Leşkerî.
Gundê Kurzêlê çiyê yê girêdayî navçeya Bilbilê yek ji wan gundan e ku milîsên îslamî têde nişte bûne.
Li gorî pirtûka Dr. Mihemed Evdo Elî ku jimara xaniyan di sala 1923 tenê 30 mal bûn, lê belê vê gavê jimara xaniyên gund bûne 41 xanî, û li gorî malbatan gund li ser sê beşan tê parvekirin (Miha, şêxlera, Elîmanî).
Kurzêlê çiyê piştî dagîrkirinê
Gund di dîroka 15.03.2018 kete destê dagîrkeriya Tirkiyê û çeteyê wê, û niha jî milîsên îslamî „El-Mi´tesêm bilah“ vî gunda dagîrkirine û mala hemwelatiyê bi navê „Ehmed Axa“ jî ji xwe re kirine navendeke leşkerî û navenda wan a sereke jî li gundê „Zarê“ ye.
Gundê Kurzêlê çiyê weke gundekî ku bi giştî hatiye tirkkirin û Erebkirin e, heya niha ji 41 malbatan tenê 6 malbat vegeriyane gund, ên din jî beşek li Şehbayê dimînin û beşek jî reviyane bajarê Helebê û li wir dimînin.
Hêjayî nîşanpêkirinê ye ku dagîrkeriya Tirkiyê bi lihevkirinên herêmî û navdewletî gelek Niştedagîr digel milîsên îslamî di xaniyên gund de bicih kirine, mal û milkên gundiyan jî li ser Niştedagîran parve kirine bê ku çi hesabî ji kesî re bikin.
Herwisa piraniya Niştedagîran ji gundewarên Hema, Idlib, Himis û Şamê hatine xaniyên Efrîniyan dagîr kirine.
Ji aliyekî din ve şivanên Niştedagîran konên xwe li ser kaniya „Me´mê Şemê“ ya li nêzî gund vegirtine û pezê xwe yê ku derdora 3000 serî ye li nav rez û zeviyên zêtûnan diçêrînin.
Çavkaniyan ji AFRINPOSTê re diyar kirin ku şivanên Niştedagîr gefê li xelkê gund bi „serhildêran- Milîsên îslamî“ dixwin, ger xelk li wan gilî bike yan jî nerazîbûna xwe nişan bide.
Derbarê berhem û mûsimên çandiniyê li gund çavkaniyan gotin ku çekdarên milîsên îslamî „El-Mi´tesêm bilah“ ên dagîrkeriya Tirkiyê Zêtûnên Bizorjixakdûrxistiyên (penaberên) Efrînê tev ji xwe re çinîn e û herwisa 1000 darên din jî ji xwe re çinîn e tevî ku xwedanê wê zeviyê li gund e jî.