AFRINPOST
Komeleyeke xêrxwaziyê ya dagîkeriya Tirkiyê duh li gundê Bîbaka yê navçeya Bilbilê dibistaneke seretayî vekir.
Malpereke nûçeyan bi ser milîsên îslamî ve, dibêje ku wan dibistanek bi biştgiriya komeleya „Tevgera Yisawî bo alîkariyan“ ya Tirkî û „Encûmena Tirkman ên Sûrî“ ji bona zarokên Niştedagîran vekirine.
Herwisa AFRINPOSTê berî demekê di raporeke xwe de anîbû ziman ku milîsên îslamî (Lîwa El- Mi´tesêm û El-Siltan El-Mûrad“ê ji 155 malbatên gundê Bîbaka tenê rê daye 11 malbatan ku vegerin gund, ewên din jî hê li gundên derdorê dimînin û hinek jî li navenda Efrînê û li Şehbayê dimînin.
Herwisa Niştedagîrên ku ji gundewarên Idlib, Hema, Himis, Ezaz û Tirkmanên Barihê hatine, niha xaniyên gund tev dagîr kirine û mal û milkên gundiyan jî ji xwe re birine, hêjayî gotinê ye ku piraniya wan Niştedagîran jî Tirkman in.
Vekirina evê dibistanê piştî hefteyekê ji vekirina înstîtûta Olî ya li gundê Kurzêlê ye, ku rêxistina „Komeleya Ciwanên Tirkman ên Sûrî“ ew înstîtût vekiribûn û herwisa navê wê jî kiribûn „El-Fetih El-Mûbîn“ ku di bin navê vê sûereta Quranê de Efrîn/Rojava dagîr kirin.
Hêjayî nîşanpêkirinê ye ku dagîrkeriya Tirkiyê evan rêxistinan û dezgehên xêrxwaziyê bi rengekî veşartî sponsor dike, da Tirkmanên li gundewarên Himis,, Idlib û Helebê bîne li herêma Efrînê nişte (bicih) bike, ev jî weke cîbicîkirina plana Guhertina Dêmografîk a herêma Efrînê û tirkkirina wê ye.