AFRINPOST- El-Riyad
Ji hemleya „çiqla Zêtûnê“ niha jî bû hemleya „Dizîna Zêtûnan“ wisa akrana „Fox News Channel“ ya Amerîkî dewleta tirkiyê tometbar kir ku ew Zêtûnên Efrînê didize ku baştirîn zêtûnên dinyayê ye, her wisa got ku dagîrkeriya Tirkiyê bi hezaran darên Zêtana li Efrînê birîne.
ji aliyekî din ve siyasetmedarê siwêsrî yê partiya mihafezekarên dêmokrat got ku Tirkiyê bi buhayên giran ji xwe re zêta Efrînê difroşe da bikaribe temwîla milîsên xwe yên îslamî (Opozîsiyona Sûrî) bike û got ku Tirkiyê zêta Efrînê bi riya Ispaniyayê dişîne hemû cîhanê.
Di 09.2018an de berpirsiyarekî encûmena çandiniyê ya berê ya Efrînê „Salih îbo“ dagîrkeriya Tirkiyê tometbar kir ku dagîrkeriya Tirkiyê weke gavê yekê piştî dagîrkirina Efrînê dest daniye ser hemû berheman û daran dibire, da bişîne Tirkiyê, herwisa îbo got ku 80%î ji berhemên zêtûnan dora 80 milyon dolar dike hatine dizîn û şandine ji Tirkiyê re ku li ber çavê her kesî jî ev karê hanê tê kirin.
Îbo di berdewamiya axaftina xwe de gotiye ku darên Zêtûnê li Efrînê/Rojava çavkaniya tekane ya Efrîniyan e, ku li Efrînê bêhtirî 14 milyon darên zêtûnan hene. Ev startîjiya wêrankirin û dizîna berhaman berî destpêkirina şer, dagîrkeriya Tirkiyê jêre plan kiribû, lewra navê hemleya xwe kiriye „çiqila zêtênê“.
Dewleta Tirk li xwe mikur hat ku zêtûnên Efrînê didize
„em dibêjin ku em ê pere û lêçûnên(mesref) we hemî ji Efrînê derxînin“ wisa hikûmeta dagîrkeriya Tirkiyê soz dide xelkê xwe, ku niha dewleta Tirk di alûziyeke aborî de dijî, di vê derbarê de jî wezîrê dagîrkeriya Tirkiyê yê çandiniyê di parlamantoyê de dibêje ku di mijdarê de 600 ton ji zêtûnên Efrînê ketine Tirkiyê.
Herwisa ragihandina Tirkiyê jî vê yekê tekez dike, rojnameya „Yeni şafak“ a tirkî dibêje ku dewleta Tirkiyê Zêta Efrînê bi bêhtirî 200 milyon dolar salane li bazarên cîhanî ji xwe re difroşe.