Pêşinyara Kurdan ji Rûsan re „Tebqa li hemberê Efrînê”

AFRINPOST- Taybet

Jêderekî taybet ji „MSD“ê ji AFRINPOSTê re diyar kir ku serkirdeya Rûsî ya leşkerî di dema civînên li binkeya leşkerî ya Himêmîmê ji „MSD“ê xwastiye ku bajarê Tebqayê radestî Rêjîma Sûrî bikin.

Heman çavkaniyê xuya kir ku şanda „MSD“ê pêşinyar kiriye ku bajarê Tebqayê dikarin bi Efrînê biguhêrin yan jî asîman li pêş Firokeyên dagîrkeriya Tirkiyê were girtin, da „HSD“ê bikaribe di wê rewşê de Efrînê bi hêza xwe rizgar bike.

Li gorî jêderê aliyê Rûsî pêşinyara „MSD“ê nepejrandiye (qebûlnekiriye) bi behaneya ku herêma Efrînê niha ne di bazaran de ye, herwisa çavkaniyê got ku Rûs baş dizanin ku ji bona „MSD“ê rizgarkirina Efrînê berî her tiştî ye, ji ber wê jî Rûs hercarê dibêjin ku ew ê herêma Efrînê rizgar bikin lê car bi car jî gotina xwe dixwin.

Heman çavkaniyê ji AFRINPOSTê re da xuyakirin ku Rêjîma Sûrî û Rûs dixwazin ezmûna (tecrûbeya) Şehbayê li rojhilatê Ferêt jî pêk bînin, ango YPGê û Rêveberiy Xweser dê li wir bimînin lê belê çê nabe ku alayên xwe hildin.

Ev nimûneya Şehbayê li gorî çavdêr û rewşenbûrên Kurd metirsiyeke mizin e, ku ger naskirineke fermî û destûrî bi hêzên Kurdan û Rêveberiya Xweser ji aliyê Rêjîmê ve çê nebe, ev tê wê wateyê ku Rêjîma sûrî dixwaze li gel Kurdan kar bike heya ku alûziya sûriyê bi dawî dibe û piştre dê vala be ji bona jinavbirina Kurdan bi behaneya parçekirina Sûriyê.

Related posts