Derewandina nûçeyan ji aliyê dagîrkeriya Tirkiyê ve

AFRINPOST- Taybet

Nûçegihanê AFRINPOSTê ji herêma Efrînê/Rojava ragihand ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê bi darê zorê dihêlin ku xelkê herêmê nûçeyên dizîn, revandin û kuştinê li ser Torên Civakî/Social Media derw derxîne, da rûyê milsan spî bikin.

Bi vî awayî milîsên îslamî hewil didin ku gunehkariya/cerîmetên xwe ji ber Nêrîna Giştî veşêrin, weke nimûne hemwelatiyê perestyar /Mûmerid „Ednan Bistan kurdî“ yê ku hatî revandin û îşkence kirin, piştî ragihandina ewê nûçeyê milîsên îslamî çûn ba wî û pêre hevdîtin kirin da bêje ku ew nehatiye revandin û îşkence nebûye.

Ji roja dagîrkirina Efrînê/Rojava ve dagîrkeriya Tirkiyê bi hemû riyan hewl dide ku Guhertineke Dêmografîk li herêma Efrînê pêk bîne, lewra siyaseta qirkirin, revandin, kuştin, dizîn, girtin û wêrankirinê bi destê milîsên xwe yên îslamî pêk tîne yan jî rasterast bi destêwerdana leşkerî birêve dibe.

Related posts