Milîs û dagîrker gundê Bênê topbaran dikin

AFRINPOST

Navenda belgekirina derbastkirinan/Intîhakatan roja şemiyê 02.02.19 got ku dagîrkeriya Tirkiyê gundewarê Efrînê/Rojava, yên ku hê di bin destê hêza Kurdan de ye, topbaran kir.

Herwisa heman çavkaniyê diyar kir ku di wê topbarandinê de hinek sivîl birîndar bûne ku piraniya wan jî ji Bizorjixakdûrxistiyên (penaberên) Efrînê ne.

Navenda belgekirinê nîşan bi wê yekê kir ku topên topxaneya dagîrkeriya Tirkiyê li malên sivîlan li gundê „Bênê“ yên navçeya „Şêrewa“ ket û 3ê sivîl birîndar bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dîroka 18ê çileya 2019an de hêzên dagîrkeriya Tirkiyê gundê „Soxanekê“ yê navçeya „Şêrewa“ bi 11 fûzan topbaran kiribû û Pîremêr „Elî Mamo- 63 salî“ ji lingê xwe ve birîndar bibû û pîrejin „Nedîme- 58 salî“ ji serê xwe ve birîndar bibû.

Related posts