AFRINPOST- Taybet
Li herêma Efrînê/Rojava milîsên dagîrkeriya Tirkiyê ji bona tirsandina xelkê herêmê û cîbicîkirina Guhertina dêmografîkî di kiryarên xwe yên pişêlkirin (tecawiz), girtin û ravandina Sivîlan de berdewam in.
Di vê derbarê de nûçegihanê AFRINPOSTê ji herêma Efrînê ragihand ku milîsên îslamî di van 2 rojên dawî de dest bi hemleya girtina bi ser malan de li derdora çerxeriya „Maratê“ kirine.
Li gorî zaniyariyan ku milîs dibêjin lîsteyek ji navan li ba wan heye û ew li wan kesan digerin, ji bo wê yekê jî bi ser malên Kurdan de digrin, evê yekê jî tirseke mezin li ba sivîlan çê kiriye ku milîsên îslamî dixwazin careke din Efrîniyan bigrin bi behaneya ku têkliya wan berê bi rêveberiya Xweser re hebûn yan jî ji alîgirên reveberiyê ne.
Hêjayî gotinê ye ku ev kiryarên girtina Sivîlan, rê nade ku Efrînî li gel Rêxistinên Sivîl û yên Mafên Mirvan re kar bikin û têkjliyan saz bikin, ji ber tirsa girtinê û revandinê ku herdem dagîrkeriya Tirkiyê rê li ber heman rêxistinan jî digire da ev kiryarine nebin dozeke Nerîna Giştî û nebe fişar li ser dagîrkeran.
Desteya Yasayî ya Kurdî jî daxwaz ji xelkê kiribû ku têkiliyan li gel wan bikin da pişêlkirin(tecawizat) û destdirêjîkirnên dagîrkieriyê û milîsên wê ve derkevin pêş Nerîna Giştî.