AFRINPOST- Taybet
Şandeke ji rêxistinên mafnasî û sivîl ên Kurdî duh çarşemê hevdîtinek li gel Neteweyên Yekbûyî (EU)yê li Genève/Cinêvê ya Swîsra/Switzerlandê pêk anî, û herwiha şandê Belgeyeke (mizekereyek) di derbarê rewşa Efrînê/Rojava ya îroyîn de radestî komîta lêkolînê ya navdewletî û Komîsyona mafê mirovan yên EUyê kirin.
Şande ji Evdilbaqî Ese´d, Selwa Silêman, Hesen Elo, Hisên Naso û Emîne Misto pêk dihat, ku nûnertiya 7 rêxistinên mafnasî û sivîlan dikin weke Komîta mafê mirova li Sûriyê (Maf), Afrin media center, Desteya yasayî ya Kurdî, Komeleya Kurdî ya parastina mafê mirovan li Nemsa, Yekîtiya rojnamegerên Kurd a Sûriyê, Navenda Lêkolîn ya vekolînkirin/xwendin û lêkolînkirinên yasayî.
Di derbarê hevdîtinê de çalakvana medyayî (ragihandinê) Emîne Misto ji AFRINPOSTê re got: „em bi lêkolînerine komîta lêkolînkirinê ya navdewletî re rûniştin û me ji wan re hinek babetên sereke pêşkêş kirin weke rewşa jinê, neyasayîya dagîrkeriyê, rewşa ragihandin û xwendinê û herwisa hemû derbastkirin û destdirêjîkirinên ku li herêmê rû didin û hebûna destên dagîrkeriya Tirkiyê di wan derbastkirinên li herêma Efrînê de.
Ji aliyekî din ve Misto nîşan pêkir ku pirsên komîta lêkolînê ya navdewletî bi piranî di derbarê cihên navendên leşkerî yên dagîrkeriya Tirkiyê li herêmê, hebûna ala dagîrkeran li ser dezgehan û cureyên grûpan ên li herêmê de bûn.
Çalakvana mediyayî tekez kir ku dosya dizîna rûnê Zêtûnan di civînê de deng veda û komîta navdewletî jî pirsyara çawaniya dizîn û riya derxistinê bo Tirkiyê dikirin.
Herwisa navborî got: „me li gel Komîsyona mafê mirovan a EUyê jî hevdîtinek kir, gotbêjîkirin bêhtir di derbarê doza Bicihkirina Niştedagîran û derxistina Efrîniyan de bû“.
Li dawiyê şandê dosyayeke bi zimanê Êngilîzî di gel dokumêntên belgekirî radest kirin, ku têde daxwaza bidawîkirina dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî û vekişandina wan ji herêma Efrînê kiribûn.