AFRINPOST
Jinek û zarokek di encama teqîna bombeyekê de, li navenda bajarê Qamişlo birîndar bûn, pişt re hêzên asayîşê yên Rêveberiya Xweser, 5 kesên bergoman girtin.
Li gor çalakvanên xwecihî, bombeyek li ber bermîlê çopê li nêzîkî navenda polîsên rêjîma Sûrî li taxa Erbewiyê danîbûn, teqiyaye û di encamê de jinek û zarokê xwe ku di ber re derbas dibûn, bi giranî birîndar bûn.
Piştî teqînê, polîsên rêjîmê cihê teqînê dorpêçkirin û herweha hêzên asayîşê yên Rêveberiya Xweser bi hejmarên mezin lii bajêr belavbûn û 5 kesên bergoman girtin.
Tê zanîn ku taxa Erbewiyê di çarkoşeya ewlehiyê ya rêjîma Sûrî de, dikeve.