Dagîrkeriya Tirkiyê Mixtarê gundê Kerê revandin

AFRINPOST- Taybet

Dagîrkeriya Tirkiyê duh sêşemê Mixtarê gundê „Kerê“ yê bi navê „Selah Henîf Betal“ girtin û birin cihekî ne diyar.

Di vê derbarê de nûçegihanê AFRINPOSTê ragihand ku leşkerên dagîrkeriya Tirkiyê bi ser mala hemwelatî „Selah Henîf Betal“ mixtarê gundê „Kerê“ de girtin û revandin û egera girtinê jî hê ne diyar e, tevî ku mixtar ji aliyê encûma xwecihî ya dagîrkeriya Tirkiyê ve hatibû destnîşankirin.

Herwiha nûçegihanê me tekez kir ku heman tirmbêla leşkerî ya degîrkeran piştî girtina mixtêr berê xwe dane gundê „Qota“ yê navçeya „Bilbilê“ û herwisa 7 hemwelatî jî li pêş nanpêjxaneya (firna) gund desteser kirin, ku her 7 jî ji gundê „Kerê“ ne ji bona kirîna nên li pêş nanpêjxaneyê di dorê de bûn.

Ji wan her 7 hemwelatiyan navê van kesan hate bidest xistin: Nîdal Sîdo kurê Henên, Reşîd Sîdo kurê Remezên, Cemîl Sîdo kurê Menên.

Hêjayî nîşanpêkirinê ye ku hemwelatiyê bi navê „Selah Henîf Betal“ berê ji aliyê milîsên îslamî (El-Siltan Mûrad) yên dagîrkeriya Tirkiyê ve hatibû desteser kirin.

Related posts