Kujerê zarokên gundê Kêla di gel milîsên xwe hatiye li Kêla hikumdariyê dike

AFRINPOST- Taybet

Nûçegihanê AFRINPOSTê ragihand ku milîsên îslamî (Tevgera Nûr El-Dîn El-Zinkî) yên dagîrkeriy Tirkiyê bi serkirdeya efser (raêd) „Yasir Ebd El-Rehîm“ li gundê „Kêla“ yê herêma Efrînê/Rojava 14 malên Bizorjixakdûrxistiyên (penaberên) Efrînê ji xwe re kirin binke û xalên Leşkerî.

Herwisa nûçegihanê me anî ziman ku 155 çekdarên heman milîsan berî du hefteyan hatibûn gundê Kêla yê navçeya „Bilbilê“ piştî ku çekdarên „heyet tehrîr El-şam/Elnusra“ ew ji cihên wan qewitandibûn, tevî ku berê milîsên îslamî (Feyleq El-şam) li gundê kêla dimînin.

Peyamnêrê me tekez kir ku ji dema hatina wan milîsan ve kiryarên dizîn û şelandinê her çûye li gund bêhtir bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku pêş 2 rojan di herêma di bin destê milîsên îslamî (Feyleq El-şam)ê de 4 hemwelatî li xaçeriya gundê „Qêsim“ hatin revandin û şelandin.
Li gorî rojnameya „Yênî şefeq“ a dagîrkeriya Tirkiyê roja sêşemê serkideyên milîsên îslamî (Nûr El-Dîn El-Zinkî) li gel serkirdeyên dagîrkeriya Tirkiyê li ser asteke bilind li hav civiyane, da planeke nû bû rêformkirina (vedurvkirina) çeteyan bikin, piştî ku gelek çete û milîsên îslamî li ser destê çeteyên „heyet tehrîr El-şam/Elnusra“ ji gundewarên rojavayê „Helb“ û „Idlibê“ hetinî derxistin û berê wan danî herêma Efrînê/Rojava.

Tê zanînin ku çete Efser „Yasir Ebid El-Rehîm“ serpereştiya topbarankirina taxa „Şêx meqsûd“ a Helebê dikir û di encamê de gelek sivîl û 2 zarokên gundê „Kêla“ şehîd bibûn, ku piraniya daniştiyê taxêjî kurd in û di bin kontirola kurdan de ye.

Related posts