Hinek mînakên Guhertina Dêmografîk li Efrînê bi destê dagîrkeran

AFRINPOST- Taybet

Dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî di roja 10.03.2018an de dikarîbûn gundê „Bîbaka“ dagîr bikin.

Niha jî ketiye bin dagîrkeriya milîsên îslamî (Lîwa El-mi`tesêm û El-Siltan mûrad)ê, ku tenê 11 malbat ji 150î malbatî dikarîbûn vegerin, ewên ku hîn venegeriyane li „Şehba“yê û penabertiyê dimînin û hinek jî li navenda Efrînê dimînin.

Niştedagîrên ku li „Bîbaka“ bi cih dibin piraniya wan ji çete û malbatên wan ên Tirkmen in ku ji Ezaz, Barih, gundewarê Idlibê, Hema û Himisê hatine, niha jî di xaniyên gundiyan de bi cih bûne û samanên (mal ûmilkên) wan ji xwe re birine.

AFRINPOSTê navê wan malbatên ku vegerîne bi dest xistine, ew jî wisa ne:
Malabata Cemal Dilo, Mihemed Bekir şeref, Mihemed Dilo, Ehmed Qasim, Ehmed Reşîd, Mistefa Dilo, Rêzan reşîd, Resûl Reşîd, Ehmed Me´mo, Izildîn Reşîd Hebeş û Evdilqadir Me´mo.

Rêber şêx Ehmed hemwelatiyekî gundê Bîbaka ye û niha li herêma Kurdistanê dijî ji AFRINPOSTê re vegot ku Niştedagîrekî Erebê Himsê mala wî dagîr kiriye û herwisa milîsên îslamî jî mala wî ya li Efrînê dagîr kirine.

Rêber anî ziman ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê 1200 darên Zêtûnê yên wî ji xwe re çinîne.

Herwisa navborî nîşan bi wê yekê jî kir û got: „milîsan pirsa min ji gundiyan kiriye bi behaneya ku ez endamekî asayîşê me û divê min
bikujin yan jî bigirin herwisa hinek merivên min jî ji aliyê milsên îslamî ve daxwazkirî ne“.

Ji aliyekî din ve dagîrkeriya Tirkiyê bi destê milîsan hinek eandamê malbata „Ehmed Reşîd Arif“ yê 23ê slaî ji 5 mehan ve girtine û çarenivîsa wan hê jî ne diyar re, herwisa „Ristem Mihemed Kanî“ jî ji 10 mehan ve girtî ye ku renge birin girtîgeha „Ezazê“.

Hemwelatiyê „S“ anî ziman ku ew niha li gundên nêzî „Bîbaka“ dimîne û carekê hewlida vegere mala xwe ya li “Bîbaka” lê Niştedagîr lê kom bibûn û dabûn ber kotekan û gefa kuştinê lê xweribûn eger careke din hewla vegerê bike.

Çankaniyine taybet ji AFRINPOSTê re xuya kirin ku çekdarên milîsên îslamî (Lîwa El-mi`tesêm û El-Siltan mûrad)ê 30 hezar darên Zêntûnê yên Efrîniyên penaber ji xwe re çinîne û kesên li gund mane jî dikarîbûn tenê 50%î jê zêtûnên xwe biçiniyana.

Wisa tê zanîn ku li navçeya Bilbilê 14 gund bi giştî vala ne yan jî hema çend kes vegeriyane û hemû Niştedagîr û çekdar têde bi cih bûne, navên wan gundan jî wisa ne:
Gundê Kotana, şêxorzê hersê parçe, Qizilbaşa, Qestelê mixtêd, Ebûdana, Berkaşê, Qirnê, Qurta, Qaşa, Elî Caro û gundê Heftaro herwiha ji bilî bajaroka Bilbilê bi xwe jî vala bûye ji Kurdan.

Related posts